Berhemanîna pembo li Rojavayê Kurdistanê ji sedî 80 kêm bûye

12-09-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rêveberiya Xweser biryar daye îsal hemû pemboyê navçeyê bikire
Rêveberiya Xweser biryar daye îsal hemû pemboyê navçeyê bikire
Nîşan Pembo Rojavayê Ku
A+ A-

Qamişlo (Rûaw) – Li Rojavayê Kurdistanê asta çandin û berhemanîna pembo li gor salên berê êdî weke berê geş nîne li gor salên beriya krîzê ji sedî 80 kêm kiriye.

Berê, di vê demê de herêma  Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji pembp spî bû û pembo  pir bi qîmet bû, nirxê wê giran bû û cotkar pêre diwestiyan, hema 9 caran av dida ji bo bi destxistina pemboyekî baş.

Rêveberiya Xweser biryar daye îsal hemû pemboyê navçeyê bikire û nede Hikûmeta Sûriyê, lê hîn jî nirxê wê destnîşan nekiriye.

Rêveberiya Xweser biryar daye îsal hemû pemboyê navçeyê bikire û nede Hikûmeta Sûriyê, lê hîn jî nirxê wê destnîşan nekiriye.

Pembo di musimê de ji 11 heya 15 caran, divê bê av dan, lê îsal ji ber aloziyên sînor û şerê Tirkiyê, pemboyê Xabûr li gundewarê Til Temir hat piştguhxistin.

Sexir Seydo ev 35 sal in li pembo diçîne, behsa cûdahiy di navbera salên berî şer û piştî wê dike.

Cotkar Sexir Seydo got: “Artêşa Azad û gelek pirsgirêkên din li vir, çandinî zehmet kirin, li Xabûr û Zirgan jî av tune, semad tune û biha ye, şel jî biha ne, karker peyda nabin.”

Rûbera ku li Rojavayê Kurdistanê bi pembo hatiye çandin 6800 hektar li  Cezîrê û 1100 hektar li gundewarê Kobanî ye, niha dest bi mûsimê berhevkirina wê dibe.  Paleyek rojê 50 kîlo pembo beramber 5 hezar lîreyên sûrî dide hev.

Karke Hekşa Ehmed Esaf dibêje: “Av tune, pemboyê par baştir bû, berê me ji 200 heya 300 kîloyî di rojekê de, didan hev lê niha liba pembo vala ye û em 50 didin hev, ne wek berê baş e.”

Îsal, Rêveberiya Xweser rê nade pomboyê deverê biçe navçeyên di bin  kontrola hikûmeta Sûriyê de û tevaya berhemên cotkaran ji wan werdigrin, di van rojan de jî Desteya Aborî û Çandiniyê, dê nirxê kîloya pembo destnîşan bike.

Hevserokê Desteya Aborî û çandiniya Rojava Selman Barodo jî got: “Em dê bicivin û nirxê kîloyekê diyar bikin, me wek rêveberî me biryar daye îsal em tevahiya berhemên pembo bikirin, mehleceya me heye li hesekê û amade ye ji bo kar. Em dê navkê wan jî bikin zeyt, pembo jî gerek têra hundir hebe û em karibim bibin derve jî.”

Li Tebqa 2 hezar hektar û Reqa 18 hezar hektar û Dêrezorê jî 12 hezar hektar hatine çandin bi vê yekê jî , li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, rûbera pembo dike derdora 40 hezar hektarî, dê tevahiya berhemên îsal,  li navenda pembo ya Hesekê bên wergirtin û navkên wan jî jibo givaşxaneya zeytê ya bajarê Qamişlo bên şandin û zeyta pembo bê berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst