DUHOK - Pêşbînî tê kirin nîv milyon geştiyar werin

11-04-2018
Nasir Elî
Nîşan Duhok Mûsil Geştiyar
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Piştî nemana xelîfetiya DAIŞê û vebûna riya di navbera Mûsil û Duhokê de careke din geştiyarên Nînowayê têne havîngeh û navçeyên geştiyarî yên parêzgeha Duhokê.

 

Tenê di heftêya derbasbûyî de 8 hezar geştiyarên Mûsilî hatine Duhokê.

 

Beriya Hezîrana 2014ê, piraniya Mûsiliyan ji bo geşt û bêhnvedanê dihatine Duhokê lê piştî hatina DAIŞê riya di navbera herdu parêzgehan de qut bû.

 

Xwediyê kompanyayekî geştiyarî yê bi navê Ziyad Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Ev mehek e ez ji Mûsilê geştiyaran tînime Duhokê. Her roj kesên dixwazin werin Duhokê telefona min dikin û ez jî bi berdewamî navên wan bi dorê dinivîsim.”

 

Bi gotina Ziyad Mihemed heftêya borî kompanyaya wan 5 hezar geştiyar anîne Duhokê û 3 kompanyayên din jî 3 hezar geştiyar anîne.

 

Herwiha da zanîn, ku piştî bidawîbûna werzê xwendinê û dibistanan dê hejmara geştiyaran jî zêdetir bibe.

 

Geştiyarê bi navê Mihemed salim jî got: “4 salên temenê min ji ber DAIŞê vala çû. Niha wisa hest pê dikim ku ji nûve ji dayik bûme.”

 

Serokê Komeleya Otêl û Motêlên Duhokê İhsan Birifkanî jî got: “Nemana DAIŞê û vebûna riya Duhok û Mûsilê hêviyeke mezin daya xwedanên otêl û motêlan. Ji ber şer li Duhokê 53 otêlan deriyê xwe girtibûn. Lê ev du mehin kerta geştiyariyê c areke din zîndî ye û wan otêlan jî deriyên xwe ji nûve vekirin.”

 

Li bajarê Duhokê 24 kompanyayên geştiyarî kar dikin. Bi gotina Birîfkanî ji bilî wan îsal 150 kompanyayên Iraqê ji bo anîna geştiyaran navên xwe li cem wan tomar kirine. Lewma ew pêşbînî dikin îsal nîv milyon geştiyar werin Duhokê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst