Îran: Mezintirîn navçeya aborî Bane tê vekirin

10-07-2018
RÛDAW
Nîşan Banê Rojhilatê Kurdistanê Navenda Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganî yê Îranê ragihand ku mezintirîn navçeya taybet a aborî ya Îranê li xala sifir a sînorî ya Bane tê vekirin.

 

Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganî yê Îranê Sadiq Necefî li ser damezrandina navçeya herî mezin a bazirganî ya Îranê li Bane, got: "Bi damezrandina navçeya taybet a aborî, rêjeya kaçaxa kel û pelan kêm dibe û ji aliyekî din ve jî bi montajkirinê rê li hawirdekirina kel û pelan bo nav welat digirin."


Li gor wî berpirsî, li navçeya taybet a aborî ya Bane ku li ser rûberekî 100 hektarî tê vekirin, hejmarek kargehên veberhênanê tên çêkirin ku ji gumrik û bacê tên efûkirin.


Cîgirê Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganî yê Îranê herwiha da zanîn ku li navçeya bazirganî ya azad a Mako jî bajarekî pîşesazî tê vekirin û meha pêş dest bi kar dikin.


Li gor Necefî, karsaz û veberhênerên navxwe û biyanî, bi taybetî veberhênerên Tirkiyê li bajarê pîşesazî yê Makoyê çalak dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst