Li Herêma Kurdistanê her sal çend kîlo bacan tê xwarin?

05-06-2017
Mahmud Yasin Kurdi
Nîşan Bacan Hairdekirin Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê bacanên hawirdekirî derbeyekî mezin li cotkaran dide û kar gihiştiye wê astê ku hinek cotkar ji ber bacanên hawirdekirî berhemên xwe bavêjin gilêşê. Tenê çekek di destê Wezareta Çandiniyê de heye, ku ew jî zêdekirina gûmriga bacanan e.

 

Bacan xwarineke sereke yê rojane ye lê li kêleka mijarên siyasî û aborî de bûye xwedan pêgeheke sereke yê siyasî. Di dema danûstandinên di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de mijara bacanan mijareke sereke bû.

 

Ji sedî 70 yê berhemên çandinî yên hinardekirinê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bacan in. Tê gotin, ku di navbera herdu welatan de bi kojmeya 100 milyar dolaran bazirganî çêdibe.  Tirkiye û Rûsyayê piraniya aloziyên di navbera xwe de yekalî kirin lê li ser mijara şandina bacanên Tirkiyê bo Rûsyayê li hev nekirin. Di hevdîtina di navbera Erdogan û Pûtîn de Serokomarê Tirkiyê xwest ku deriyê bazirganiya bacanên cotkarên Tirkiyê vebe, lê Pûtîn jî got, ku ew nikare bacanên cotkarên rûs piştguh bixe.

 

Herêma Kurdistan cîranê du welatan e, ku pir giringiyê didin kerta çandiniyê. Ew jî Îran û Tirkiye ne.

 

Di zivistana îsal de dema rêjeya hawirdekirina bacanên Tirkiyê kêm bû, li Herêma Kurdistanê nirxê bacanan bi awayekî berçav bilind bû. Lê cotkarên Kurdistanê dibêjin, eger hikûmet alîkarî û piştgiriyê bide wan ew dê bikarin têra navxwe bacanan berhem bînin.

 

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyê Avê ya Herêma Kurdistanê, berhema bacanê ya cotkarên kurd sal bi sal kêmtir dibe. Li gorî amaran berhema sala 2015ê berawirdê ya 2010ê, bi rêjeya ji sedî 51 kêm bûye lê sala derbasbûyî, hinek din jî zêde bûye.  

 

Li gorî amaran li Herêma Kurdistanê her sal pêwîstî bi 185 hezar ton bacan heye. Tenê ji sedî 35ê vê pêwîstiyê ji aliyê cotkarên navxwe ve tê dabînkirin. Yê mayî tê hawirdekirin.

 

Rêveberê Berhemanîna Sebze yê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Kemal Mihemed dibêje: “Li gorî curên bacanan, ji bo gihiştina wan 90 heta 120 roj pêwîst in. Di  vê heyamê de pêwîstî bi peyîn, dermankirin û destê kar heye. Gelek caran jî nexweşî li berhemên bacanan dikeve. Lewma mesrefa wê liser cotkaran pir e. Bi vî awayî nikare pêşbirkê ligel bacanên hawirdekirî bike. Ji ber vê jî beşek ji cotkaran dest ji çandina bacanan berdane.”

 

Endamê Komîsyona Çandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Ebdurehman Pênciwînî jî diyar dike, ku nebûna bazara bacanên xwemalî, ji bo parastina bacanan nebûna sarxaneyan û herwiha nebûna tekonolojiya poêşketî ya çandinê û xirabiya şêwazê çavdêriyê, Herêma Kurdistanê nikare sûdê ji berhema bacanên xwemalî werbigre.

 

Rêveberê Plandanînê yê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Enwer Omer dibêje: “Sala 2016ê bi giştî berhema bacanan li Kurdistanê 188 hezar ton bû. Ji vî beşî 86 hezar ton berhemê navxwe bûye û 102 hezar ton jî hatiye hawirdekirin. Ji bo pêwîstiyên navxwe yên Kurdistanê pêwîstiya me bi 130 hezar ton bacan heye, yên din ji bo Iraqê tê hinardekirin.”

 

Baca bacanên hawirde 250 dînar e

 

Enwer Omer dide zanîn, ku di navbera 25ê Hezîran û 25ê Mijdarê de her sal berhema bacanên Kurdistanê digihe lê ev yek têra çêkirina avka bacanan, anku doşava wan nake. Herwiha diyar dike, eger cotkar bixwazin bacanan biçînin, ew amadene alîkariya wan bikin.

 

Li Başûrê Kurdistanê 2 kargehên avka bacanan an jî doşava bacanan heye. Yek ji wan kargeha Herîr e, ku niha ji kar ketiye, ya din jî Kargeha Şarezûr e, ku pişta xwe nade bacanên xwemalî.

 

Ji bo pişrtigirîdayîna berhemên navxwe, Wezareta Çandinî ya Iraqê roja 22 Gulana 2017ê, hawirdekirina bacanan qedexe kir.

 

Derbarê plana hikûmeta Herêma Kurdistanê de Enwer Omer got: “Em qedexe nakin lê dema gihiştina berhemên cotkarên kurd de emê 250 dînar gumrigê bixin ser bacanên hawirdekirî.

 

Di salên derbasbûyî de berhema bacanên navxwe û ya hawirdekirî:

 

 

Sal

Xwemalî

Hawirde

Bi Giştî

2010

119,050

205,208

324,258

2011

101,997

114,969

216,966

2012

85,093

99,726

184,819

2013

84,537

98,372

182,909

2014

64,782

120,218

185,000

2015

60,772

122,232

183,004

2016

86,205

102,000

188,205

Bi Giştî

602,436

862,725

1,465,161

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst