Tirkiyê bo kontrolkirina enflasyonê dema kêmkirina bacan dirêj kir

04-01-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Enfalsyon Bac
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê bi mebesta kêmkirina enflasyonê, daxistina Baca Pêdiviyên Taybet OTV û Baca neçarî KDV ji aliyê Wezereta Aboriyê yê Tirkiyeyê ve di sala nû de ji bo 3 mehan hate dirêjkirin.

 

Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê Berat Albayrak li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal ev yek weke mizgîniyek ji bo welatiyan  ragihand; li gor wê yekê Baca Pêdiviyên Taybet û Baca mecbûrî yê ku li ser otomotîv, alav û firaqên nav malê wê bi maweya 3 mehan jî di asta daxistî de were sepandin.

 

Kêmkirina bacan di 25ê îlona sala bihorî de destpêkiribû û vê yekê ji bilî alav û firaqên nav malê herî zêde bandora xwe li ser otomotîvê dabû nîşan, plazayên otomobîlfiroşên Amedê di van 3 mehan de otomobîlên xwe yên di dest de bi temamî firotin û niha 3 mehên din jî ji wan re dibe sûd û fersendekî baş.

 

Gerînendeyê Kompaniya Volkswagenê yê Amedê, Emre Kiliç ji Rûdawê re ragihand: “Ji serê meha mijdarê heta sersalê karê me % 45 zêdetir bû, daxistina bacên dewletê tevgereke mezin peyda kir, em kêfxweş in, ku ev dem bi 3 mehan hate dirêjkirin, wê di vê 3 mehê de jî firotina me ya otomobîlan her zêde bibe.”

 

Li gor kêmkirina baca OTV û KDVyê, baca otomobîlên heta 1600 motoran 15 pûan hatiye kêmkirin; herwisa ev baca KDVyê di otomobîlên tîcarî de % 1, di mobîlyayê de ji % 18an niha hatiye asta % 8an.

 

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, Mehmet Kaya jî dibêje, ku kêmkirina bacan û herwisa dirêjkirina helmeta wê, niha gîhaneke baş daye hîn pîşeyên aboriya Amedê; lê divê hikumeta Tirkiyeyê di 2019 an de jî reformên aboriyê yên wêrekî bike; lewre hîn jî metirsiyeke mezin heye li ser aboriya herêmê.

 

Mehmet Kaya ji Rûdawê re got: “Bêguman  pîşeyên ku bacên giran li ser wan bûn, di qeyraneke mezin da bûn, daxistina bacan enerjiyeke pozîtiîf peyda kir; lê tenê divê bar li ser pişta firoşkaran nebe û dewlet palpiştiya wan bi vê awayî bike, bergiriya qeyranê divê bi xebateke hevpar were kirin.”

 

Li Tirkiyeyê 299 cur bac hene; ji van bacan bacên sereke Baca Neçarî (KDV) û Baca Pediviyên Taytbet (OTV) ye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst