Cotkarên Bakurê Kurdistanê alîkariyên hikûmetê kêm dibînin

03-03-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed Cotkat Alîkarî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hikumeta Tirkiyê ji bo piştgiriya polîtikayên kiştûkaliyê û cotkaran wê di nav vê hefteyê de beşek ji 4 milyar lîreyan dê li cotkarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav bike.

 

Paketa piştgiriyê her çend di nav cotkaran de kêfxweşî û kelecanek peyda kiribe jî,  hinek cotkar û bazirganên Bakurê Kurdistanê dibêjin ku ev piştgirî têra barên li ser pişta wan nake.

 

Cotkar Mixdad li gundê Ceferkê ya Çinara Amedê ev 30 sal in ku karê cotkariyê dike, 100 donim erdê wî sitara mala wî û zarokê wî ye.

 

Wek Mixdad bi hezaran cotkarên Amedê dê vê hefteyê pereyên xwe yên piştgiriya hikûmetê bistînin. Bi tevahî,  heta dawiya salê tenê ji bo cotkarên Amedê wê  84 trilyon lîre were terxankirin û ev yek kêfxweşiyeke mezin li cotkaran peyda kiriye.


Derbarê mijarê de cotkar Mixdad ji Rûdawê re wiha got: “Ev piştgirî avantejeke mezin dide destê me û em jê gelek razî ne. Gelek cotkar ji ber maliyetên zêde nedikarîn karên xwe bikin. Ez dikarim bêjim ku heke ev pakêta piştgiriya gubre û mazotê nebûna dê gelek cotkaran dest ji cotkariyê berdan.”


Îsal ji pakêta alîkariyê cotkarên ku  genim, ceh, nîsk, tarîgan, nok, garis, fasulye, baçîk, kuncî, pitat, bindeq, pembû, çeltûk, pîvaz diçinin dê ji bo gubreyê serê donimê ji bo mazotê herî zêde 40 û herî kêm 10 tl alîkariya subvansiyonê bistînin û her wiha ji bo xwediyên erdê beyar jî di pakêtê de 6 lîre piştgirî cîh digire.


Serokê Yekîtiya Jûrên Cotkariyê yê Amedê M. Cevat Delîl jî got: “Li Welatê me nemaze li herêma me herî zêde pembo tê çandin û piştgiriya herî zêde ji pemboyê re tê dabînkirin ( 40 lîre ji mazotê re û 4 lîre ji bo gubreyê) gelek cotkar ji ber vê subvansiyonê karê pembo dikin û carna kara piştgiriya dewletê ji kara salê zêdetir çêdibe.”


Her çend pakêta piştgiriya cotkaran bi dilê cotkar û hinel rayedarên kiştûkaliyê be jî, têbînî û rexneyên hinek cotkar û bazirganan jî hene û ew dibêjin ku divê hikumeta Tirkiyê di serî de bacên li ser mazotê rake.


Endamê Rêvebiriya Jûra Bazirganiyê yê  Amedê Husnu Pervane wiha axifî: “Ez bawer im ku paketa piştgiriyê sê liv û tevgerek di nav bazar û bazirganiyê de çêbike; lê divê hikûmet polîtikayên xwe yên kiştukaliyê sererast bike û polîtikayên hilberandinê derbixe pêş, bi kurtasî masiyê nede devê cotkaran; wana fêrî masîgiriyê bike.”


Salewext budçeya Tirkiyê ji bo terxanên piştgiriyê  28 milyar lîre ye û li gor plana hikûmetê 4 milyar lîre; ango nêzî 1 milyar dolar wê heta dawiya salê ji bo piştgiriya kiştûkaliyê were terxankirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst