Lûtkeya Jinên Bazirgan li Amedê birêve diçe

01-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Lûtkeya Jinên Bazirgan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bo cara yekem civîna lûtkeya jinên bazirgan hat lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Mehdî Mutlu ragihand, bo cara yekem e ku li Amedê û Bakurê Kurdistanê lûtkeyeke aborî ji bo jinên bazirgan tê sazkirin û tekez kir, ku ev lûtkeya bazirganî ji aliyê rêxistin, komele, yekîtî û federasyonên jinan ve hatiye organîzekirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, ku Komeleya Jinên Karsazên Amedê serokatiya civîna lûtkeya îro ya jinan li Amedê dike.

 

Mehdî Mutlu herwiha dibêje, armanc ji sazkirina vê lûtkeya aborî-bazirganî ya jinan li Amedê, beşdariya jinan di sektorên aborî û bazirganî yên Tirkiyê de û nehêlana  astengiyên li pêşiya beşdariya jinan di warê aborî û hilberînê de ye.

 


Lûtkeya jinên bazirgan îro di demjimêr 09:30an de û li Hotêl Radison a Amedê dest pê kir û bi gotina peyamnêrê Rûdawê rayedarên payebilind ên Tirkiyê û AK Partiyê, yên weke Wezîra Bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan û Cîgirên Serokê Giştî yê AK Partiyê Cewdet Yilmaz û Mehdî Eker û çend parlamenterên AK Partiyê di lûtkeya Amedê de beşdar in.

 

Peyamnêrê Rûdawê, Mehdî Mutlu herwiha da xuyakirin, lûtkeyê bi gotara Seroka Komeleya Jinên Karsaz ên Amedê Reyhan Aktar dest pê kir û piştre Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê gotarek pêşkêş kir.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst