Galeriya wêneyan

23-05-2015
2 Photos
Cejna Zimanê Kurdî
Bi pêwendiya derketina kovara Hawarê ku ji sala 2006an û vir ve wek cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin, li zanîngeha Çewlîgê jî bi pêşengiya Klûba Ziman û Wêjeyê ku ji aliyê xwendekarên beşa kurmancî û zazakî ve hatibû damezrandin, hat pîrozkirin.
Pîrozbahî bi beşdarbûna mamosteyên zanîngehê û xwendevanan, li salona konferansê ya rektoriyê pêk hat.
Ev cara yekeme ku pîrozbahiyeke bi vî rengî li zanîngeha Çewlîgê bi awayekî wisa berfireh tê li dar xistin. Pîrozbahî bi axaftineke kurmancî û zazakî, ku li ser girîngiya rojê û derketina kovara Hawarê rawestiyabûn, dest pê kir. Axaftina kurmancî, Yrd. Doc. Dr. M. Zahir Ertekin, kir, ya zazakî jî Ibrahim Dağilma kir. Piştî axaftvana, hevserokê Klûba Zimanê û Wêjeyê Mazlum Özel û Esra Miran, ji bo armanc û xebatan axaftineke kurmancî û zazakî kirin. Naveroka bernameyê bi gelemperî Kurmancî û zazakî jî be bi helbestên soranî rengekî cûda hilgirt ser xwe. Bername bi hebestxwendin, stran, sînevîzyon û koroyê bi dawî bû.