Helwesta dawî ya Amerîka li ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê

01-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Alîkara Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf, di bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê yê Washingtonê de ragihand ku Amerîka li dijî firotina nefta ti beşeke Iraqê nîne û wiha got: “Ti qedexeyeke Amerîka li ser hinartina nefta ti beşeke Iraqê tine.” Marie Harf her wiha got, firotina neftê bêyî rizamendiya Bexdayê karekî qanûnî ye û derqanûnî nîne.

 

Alîkara Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf, di civîneke rojnamevaniyê de ku saet 9ê şev bi dema Hewlêrê li Washingtonê hat lidarxistin û bi awayekî zindî di televîzyon û radyoya Rûdawê de hat pexşkirin, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdullah yên li ser nefta Kurdsitanê da.

Hefteya borî keştiyeke nefta Herêma Kurdistanê gihîşt peravên Amerîka li wilayeta Texasê lê dadgeha wê wilayetê li ser daxwaza Iraqê bi awayekî demkî ew keştî xist tiqûfê. Lê li gorî daxuyaniyên Marie Harf tê dîtin ku helwesta Amerîka li hember hinartin û firotina nefta Herêma Kurdistanê hatiye guhertin.

Meha borî jî Dadgeha Federalî ya Iraqê daxwazeke hikûmeta Iraqê red kirk u dihat xwestin hinartin û firotina nefta Herêma Kurdistanê wek karekî neqanûnî nîşan bide lê dadgehê ragihand, li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê karê ku Herêma Kurdistanê dike qanûnî ye.

 

Ev jî naroka pirsên Rûdawê û bersivên alîkara berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka li ser hinartina nefta Kurdistanê ye:

 

Rûdaw: Roja 27ê vê mehê, berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psakî gotibû, divê nefta Kurdistanê bi rêya hikûmeta navendî ya Iraqê re were kirin. Her wiha berpirsê beşa destnîşankirina stratejiya Iraqê yê Wezareta Derve ya Amerîka gotibû, arîşeya hinartina nefta Iraqê divê li gorî Destûra Bingehîn a wî welatî were çareserkirin. Her wiha gotibû, Amerîka ti qedexeyek li ser nefta ti beşeke Iraqê daneniye. Birastî serê min tevlîihev bûye. Helwesta Amerîka li ser nefta Iraqê bi taybet li ser nefta Kurdistanê çiye?

Marie Harf: Helwest û stratejiya me li ser vê mijarê yek e û nehatiye guhertin. Ji ber ku heta niha me gellek caran gotiye nefta Iraqê ji hemû iraqiyan re ye. Em di wê baweriyê de ne ku eger nefta Iraqê li gorî qanûnê were hinartin divê hemû iraqî di sûd û qezenca neftê de şirîk bin. Her wiha me bi eşkere ragihandiye ku ji aliyê me ti qedexeyek li ser hinartina nefta ti beşeke Iraqê tine. Hemû aliyên iraqî mafdar in ku sûdê ji çavkaniyên sirûştî werbigirin. Lê li gorî me divê Hewlêr û Bexda bi xwe li hev rûnên da ku çareyekî ji arise û nakokiyên xwe re bibînin û bigihîjin xalên hevbeş.

 

Rûdaw: Yanî niha hûn dibêjin Amerîka ti qedexeyek daneniye ser hinartin û firotina nefta Kurdistanê?

Marie Harf: Amerîka qedexe daneniye ser hinartina nefta ti beşeke Iraqê. Ji ber ku Amerîka li dijî hinartina nefta ti beşeke Iraqê nîne. Ez dîsan dibêjim, li gorî me nefta Iraqê ji hemû iraqiyan re ye û hemû iraqî dikarin li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê li ser hinartina nefta xwe biryar bidin û sûda wê jî divê ji hemûyan re be.

Rûdaw: Pirsa min ew nebû, ez dibêjim gelo hûn dibêjin Kurdistan dikare bêyî rizamendiya Bexdayê neftê bifroşe?

Marie Harf: Divê Hewlêr û Bexda bi xwe li hev rûnên û çareyekî ji vê rewşê re bibînin…

Alîkara Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka di bersiva pirsa rojnamevanekî de ku gelo nefta Iraqê bi awayekî neqanûnê tê firotin jî got, ew karekî qanûnî ye û li dijî qanûnê nîne, helbet zêdetir tiştekî stratejîk e. dibe ku hinek kes bêjin ev kar qanûnî nîne lê iraqî mafdar in ku sûdê ji nefta xwe bibînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst