Galeriya wêneyan

30-06-2023
29 Photos
RÛDAW

Li Atîna ya Yunanistanê li “Muzexaneya Otomobîlan a Helenîk” pêşangeheke otomobîlên klasîk hat vekirin.

Di muzexaneyê de 300 otomobîl hene ku ji wan 110 hatine nîşandan.

Otomobîlên modelên kevn li gelek welatan hatine çêkirin ku di nav de Almanya, Amerîka, Îtalya, Fransa, Brîtanya, Yunanistan û çend welatên din jî hene.

Di pêşangehê de modelên kevin ên BMW û Mercedes-Benz ku ji modelên niha pir cuda ne, tên nîşandan.

Di pêşangehê de yek ji otomobîlan BMW Isetta 300 ye ku ji aliyê sê kesên Îtalî ve hatiye dîzaynkirin û di navbera 1955 û 1962 de ji aliyê BMWê ve hatiye çêkirin.