Fransa li Sûriyê piştgîrî dide ‘sîstema federal’

30-06-2017
HUSÊN OMAR
Serokê Fransayê Macron û Serokê Amerîkayê Trump
Serokê Fransayê Macron û Serokê Amerîkayê Trump
Nîşan Sûriye Fransa Emanûel Macron Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek çavkaniyên fransî ji rojnameya Şerq el-Ewset a erebî re eşkere kirine, ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron, sepandina sîstema federal li Sûriyê weke çareseriya herî baş a ji bo kirîza wî welatî dibîne.

 

Li gorî heman çavkaniyan, roja 14ê Tîrmeha 2017ê, Serokê Fransayê dê li ser destpêşxeriya derbarê sîstema federalî, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, gotûbêjan bike.

 

Çavkaniyên fransî dibêjin, bi nêrîna Macron sepandina sîstema federalî, Sûriyê ji parçebûnê diparêze.

 

Herwiha wiha ev çavkanî dibêjin sepandina sîstema federal li Sûriyê pirsgirêka çarenivîsa Beşar Esed jî çareser dike. Ji ber ku eger dewleta Sûriyê bû dewleteke federal, desthilatên Esed jî jinav diçin.

 

Çavkaniyên Fransî tekez dikin, ku sîstema federal derfetê ji bo pêkvejiyana di navbera hemû herêmên Sûriyê û pêkhateyên wê de dabîn dike.

 

Li gorî van çavkaniyan, Serokê Fransayê dixwaze Amerîka helwest û nêrîna xwe ya derbarê siberoja Sûriyê de zelal bike da ku derfeta rêkeftinekê li ser çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê bê afirandin.

 

Ev helwesta derbarê sepandina sîstema federal li Sûriyê de, ji aliyekî ve jî nêzîkbûna helwesta Rûsyayê. Gelek caran berpirsên Rûsyayê jî ji Sûriyê behsa sîstefa federal dikin û herwiha reşnivîsa destûreke nû ji Sûriyê re jî amade kiribûn, ku bingeha wê ya sereke nenavendkirina dewleta Sûriyê ye.

 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron gelek caran bi aşkere gotibû, ku rola welatê wî û Ewropayê di çareserkirina kirîza Sûriyê de nemaye.

 

Ji bo Macron, ji bo ev rol çareke din çalak bibe, pêwîst e diyalog û hevtêgihiştin bi Rûsyayê re bê kirin, da ku nêrînek hevbeş ji bo şêweyê çareserkirina kirîza Sûriyê bê darijtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst