New York (Rûdaw) – Xwendevanê Zanîngeha New York Cityê yê amêrîkî Daniel Barry li zanîngha lê dixwinê qursa kurdî vekir.
Xwendevanê zimannasiyê Daniel Barry li Zanîngeha New York Cityê hefteyê 2 saetan dersa kurdî dide.
Barry ji Rûdawê re got ji bo ku ew zimannasiyê dixwenî mereqa wî bi zimanên cuda heye û li ser vê yekê jî dixebite. Bary herwiha zimanê tirkî û farisî jî dizanê û anî ziman ku jina wî bi eslê kurdê û ew ji malbata wê ferî kurdî bûye.
Ji malbata jina xwe ferî bû
Barry da zanîn ku ew bi zimanê îngilîzî dersan dide û wiha domand:
“Ez di serê de hineke jî malbata jina xwe ferî kurdî bûm û pişt re jî bi xwe xebitîm. Min ji çend pirtûkan sûd wergirt. Her çiqasî ez bizanim rêzamana kurdî jî lê ez nikarim wekî tirkî biaxafim. Sedema vê yekê jî ew e ku ez li herêmek kurdî tê axaftin nema me.”
Bary got ku ji ber ku ew dersa kurdî dide gellek kes şaş dibin û wiha domand: “Lê ji vê yekê gelek kêfxweş dibin. Herwiha ez jî bi saya vê yekê kurdiya xwe pêş de dibin. Ez ji axaftinê zêdetir xwendevana ferî rêzimanê dikin. Jixwe pêwîstiya xwendevanên kurd jî ji axaftinê zêdetir li rêziman heye.”
‘Divê kurdî li hemû deran bê bi kar anîn’
Barry anî ziman ku ji sedema ku kurdî li Tirkiyeyê di aliyê perwerdeyê û medyayê de naye bi kar anîn wê yekê bandorek xirab li kurdî kiriye û got divê li cihana modern kurdî li hemû deran bê bi kar anîn.
Xwendevanê Zanîngeha New York Cityê da xuyandin ku ew pirtûkên kurdî dixwine û malperên weke “Tirşik” ên kurdî dişopine û herwiha ewê pêş de jî li ser kurdî bixebite.
Barry got ku di navbera 10-20 xwendevan beşdarî dersa kurdî dibin û ewê heta miha Gulana îsal qursê bi rêziman, xwendin, nivîsandin û çîrokên bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse