Jake Sullivan: Îran nikare bi êrîşkirina welatên din, xwe ji pirsgirêkên navxweyî bidize

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jake Sullivan Êrîşên Îranê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, Jake Sullivan êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got, “Îran nikare bi êrîşên derveyî sînorên xwe ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên rewa bidize.”

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, Jake Sullivan roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de got, “Amerîka bi tundî êrîşên îro yên dron û mûşek ên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike.”

Jake Sullivan her wiha piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û anî ziman, “Em mil bi milê serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê di şermezarkirina van êrîşan de wek êrîşeke li dijî serweriya Iraqê û gelê wê ne.”

Jake Sullivan got, “Rayedarên Îranê berdewam in di nîşandana bêrêziyeke mezin, ne tenê ji bo jiyana gelê xwe, ji bo cîranên xwe û prensîbên bingehîn ên serwerî û yekparçeyiya axa ku di peymana Neteweyên Yekbûyî de hatine destnîşankirin.”

Berî niha Şewirmendê Asayîşa Nîştimaniya Amerîkayê û Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşên Îranê şermezar kiribûn û piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibûn.

Wezaretên derve yên Brîtanya, Almanya û Urdunê jî helwestên bi vî rengî nîşan dan.

Di êrîşên Îranê yên ser bi baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de ku bi 73 mûşekan û dron û topan êrîş kiribû herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.

Supaya Pasdarên Îranê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar dike ku di xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî de ku di van rojên dawî de zêdetirî 80 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê têne kirin, hana “tundûtûjiyê” daye.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, Jake Sullivan got, “Bikaranîna mûşek û firokeyên bê firokevan li dijî cîranên xwe û her wiha dabînkirina firokeyên bê firokevan ji Rûsyayê re ji bo şerê wê yê dijminane li dijî Ukraynayê û hêzên bi wekalet ên Îranê li seranserî Rojhilata Navîn, divê li seranserî cîhanê bên şermezarkirin.”

Jake Sullivan soz da ku welatê wî dê berdewam be li ser sepandina sizayan û bikaranîna rêyên din bo rêgirtin li çalakiyên wêranker ên Îranê li seranserî Rojhilata Navîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst