Sirbiya (Rûdaw)- Welatê Makedonya hejmarek penaberên Sûriyê ku dixwazin biçin Ewropayê, derbasî Sirbiyayê kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, bi sedan penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwe ji Yonanistanê gihandin sînorê Makedonya û piştî çend saetan ji mana li ser sînor, hikûmeta wî welatî ew derbad kirin û bi tirênê birin Sirbiyayê.
Hejmara wan penaberan zêdetirî 500 kesî ye. Piraniya wan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne. Herwiha hejmarek kêm ji xelkê Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava wan de ne. Herwiha hink kes ji Afganistan jî hene.
Îro danê sibehê ew penaber gihîştin sînorê Makedonya û ji wir bi tirênê bo welatê Sirbiya hatin veguhestin û dê ji ji wî welatî derbasî yekem welatê Ewropa Hengarya bibin.
Li gorî amaran, rojane nêzîkî 3 hezar koçber ji Yonanistanê digihên Makadonya û ji wir berê xwe didin welatên Yekîtiya Ewropayê. Zêdetir ew penaber berê xwe didin Almanya û Nemsayê.
Duhî li herêma Burgland a Nemsayê, di kamyoneke rawestandî de cenazeyên 50 penaberan ku piraniya wan ji Sûriyê bûn, hatin dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse