Balyozxaneya Tirkiyê li Somalî rastî êrişa xwekujî hat

27-07-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama êrişeke xwekujî de li dijî balyozxaneya Tirkiyê li Somaîl, 4 kes hat kuştin ku yek jê polîsekî tirk e.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro (27.07.2013) danê êvarê li Moqadîşoya paytexta Somalî, otomobîleke bombekirî li ber avahiya ku karmendên balyozxaneya Tirkiyê tê de ne, teqiya.

Li gorî nûçeyê, di encama bûyerê de ku tê gotin xwekujî ye, 3 xwekuj û polîsekî tirk hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê Levent Gumrukçu diyar kir ku ji bo veguhestina birîndaran bo Tirkiyê dê balafireke ambûlans bişînin Moqadîşo.

Li gorî ajansa Ruetersê, êrişa li dijî balyozxaneya Tirkiyê li Moqadîşo ji aliyê rêxistina bi navê El Şebab a girêdayî El Qaîde ve hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst