Li Deryaya Reş du keştî li hev qelibîn!

27-04-2017
Bûyer li 18 mîl dûrî Kîlyos a Stenbolê qewimî
Bûyer li 18 mîl dûrî Kîlyos a Stenbolê qewimî
Nîşan Rûsya keştî Deryaya Reş
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Deryaya Reş keştiya şer a Rûsyayê û keştiya kargoyê ya ajelan li hev qelibîn.

 

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê, piştî ku her du keştî li hev qelibîne, ji keştiya şer a Rûsyayê 60 leşker ketine deryayê. Ji wan leşkeran 45 kes hatine rizgarkirin û 15 leşker jî winda ne..

 

Bûyer li 18 mîl dûrî Kîlyos a Stenbolê qewimî û hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.

 

Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, keştiya lêkolînê ya Rûsyayê ya bi navê “Lîman” li 40 kîlometre bakurê rojhilata Stenbolê, li keştiyeke bi navê Aşot-7 qelibiye û hêj nayê zanîn ew keştî, ya kîjan welatî ye.

 

Herwiha hat diyarkirin, ku ji keştiya “Lîman” kesek birîndar nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst