Navenda Nûçeyan - Rewşenbîrên Kurd ên Ewropayê û cihanê ji bo rewşê şirove bikin, bo tevgerên siyasî piştevaniyeka entellektuel rave bikin, dê di bin navê “Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurdistanê” konferansekê lidar dixin.
Komîteya Amadekar a Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd di daxuyaiyekê nivîskî de ragihandji bo rewşê bi rengekî rasteqîn şirove bikin, hizrên stratejîk ên sûddar biafirînin, bo tevgerên siyasî piştevaniyeka entellektuel rave bikin, dê di bin navê “Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurdistanê” konferansekê lidar bixin.
Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurd a têd hatiye nivîsandin “Em zarokên Kurdistanê ne, ya ku axa wê di bin dagirkeriyê de, perwerdeyiya zimanê zikmakî jî di nav de tevayî mafên wê hatine binpêkirin.” wiha didome:
“Di vê demê de, ku dijî gelik bajar û deverên me şerekî hovane tê meşandin, welatê me tê wêrankirin, dahatiya me dixwazin tarî bikin wekî pêdiviya berpirsiyariya rewşenbîrî dijî rewşa heyî em nikarin bê helwest bimînin. Di vê wateyê de hewldana sazîbûn û xwebirêkxistina Rewşenbîrên Kurd yên cîhanê û bi taybet Ewrûpayê pêdiviyeka dîrokiye.”
Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye got:
“Bi lezgînî pêdivî bi yekîtiyekî wisan heye ku dijî komkujiyên li himber gelê me berdewam dikin, bêyî xwe bispêrin tu tevgerên leşkerî û siyasî. Yekîtiyekî azadî û rizgariya me bo xwe bingeh bigre, berjewendiyên me yên netewî ser partiyan re bigre. Yekîtiyekî xizmeta rizgariya gelê Kurdistanê û erda Kurdistanê bike ya ku ji rewşa dagirkeriyê jî jêrtirde ye. Bi vê boneyê em bi berpirsiyariyeka wisan ve beramberî hevin ku dawî bi hebûna li ser welatê me ya siyasî û leşkerî ya desthilatên Tirk-Ereb û Farsan bînin. Belavbûna xwe werçerxînine yekîtiyeka netewî û bi zanebûna dad û demokrasiyê ya ku desthilatiya me ya netewî bingeh bigre tevbigerin.
Ji bo em rewşê bi rengekî rasteqîn şirove bikin, hizrên stratejîk yên sûddar biafirînin, bo tevgerên siyasî piştevaniyeka entellektuel rave bikin, em pêşniyar dikin di bin navê Destpêşxeriya Rewşenbîrên Kurdistanê de tevaya Ewropayê zemînê gotûbêjeka berfireh biafirînin û di encam de di Konferansekê de li hev bicivin.
Bi zanebûna ku gelê Kurd bi asîmîlasyon û Komkujiyeka mezin ve beramberî heve, bi parestina yekîtiya navbeyna partiyan dikare ji bo doza netewî ya li her parçeyê Kurdistanê pêş dikeve piştevaniya hêza derûnî û ramyarî bide û li gel vêya jî di navbera parçe û partiyan de dewra pirê pêk bîne. Ji bo van pêşniyarên me hejmartî û yên hîn giringtir û leztir pêdivî bi Konferansê heye. Em pêşniyar dikin ew rewşenbîrên navê xwe li jêr vê belavokê bixin ya ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye pêşkeşkirin werin cem hev, bicivin û saziya xwe pêk bînin.”
Rewşenbîrên piştgirî dane înîsiyatifê ev in:
Ahmet Kahraman: nivîskar. Almanya
Ahmet Tan: helbestvan. Dêrsîm, Kurdistan
Ahmet Onal: nivîskar. Bingol, Bakûrê Kurdistanê.
Ahmedê Hepo: nivîskar . Azerbaycan
Adil Harmancı: nivîskar . Wan, Kurdistan
Agirî Soran rojnamevan. Frankfurt, Almanya
Ali Kızıl: nivîskar. Fransa
Aydın Dere: nivîskar. Norveç
Azad Yaşar: nivîskar. Fransa
Bahoz Şavata: nivîskar . Meletî, Kurdistan
Barî Teyfur: helbestvan . Azerbaycan
Bariyê Bala: helbestvan . Almaati, Kazaxistan
Bêlla Sturkî – rojnemeger / gazeteci. Tiflis, Gurcistan
Cemil Casim Kılıç: nivîskar . Fransa
Cesim İlhan: rojnemeger. Bakûrê Kurdistanê
Davut Kurun: nivîskar . Fransa
Dursun Ali Küçük: nivîskar . Dersim, Bakûrê Kurdistanê
Edip Yüksel: feylesof, nivîskar. Emrîka / ABD
Esgerê Boyîk: nivîskar, helbestvan , şair. Êrivan, Ermenistan
Ezîzê Ziyo Bedirxan: profesor, lêkolîner. Almaatı, Kazaxistan
Fikret Yaşar: nivîskar . Gever, Kurdistan
Filiz Heyv Roj: rojnamevan. Batman, Kurdistan
Ganime Güler - nivîskar . Adana, Tirkiye
Hazal Peker: rojnemeger / gazeteci. Belçika
Haydar Işık: nivîskar . Almanya
Hejare Şamil: nivîskar . Moskow, Rûsya.
Hesenê Evdo: doçent. Almaati, Kazakistan
Hüseyin Turhallı: nivîskar . Almanya
Hasan Hüseyin Deniz: nivîskar . Swêd
İbrahim Gürbüz: nivîskar . Stenbol, Tirkiye
İbrahim Halil Baran: nivîskar . Ankara, Türkiye
İpek Bayrak: nivîskar, helbestvan Hollanda
İrfan Babaoğlu: nivîskar . Amed, Kurdistan
İsak Tepe: nivîskar . Bêdlis, Kurdistan
Işık İşcanlı: nivîskar, psikolog. Hollanda.
Kadir Amaç: nivîskar . Belçika
Kamiz Şeddadî: rojnamevan . Moskova, Rusya
Knyazê Îbrahim Mirzoyev: profesor, akademisyen. Almaatı, Kazaxistan
Letif Memmed Birukî: rojnemevan Krasnodar, Rusya
Marûf Aslanov – rojnamevan / gazeteci. Moskova, Rûsya
Mehmedê Misto: profesor. Almaatı, Kazaxistan
Mehmet Söğüt: nivîskar . Swisre.
Meral Şimşek: helbestvan. Amed, Kurdistan
Mirazê Cemal: helbestvan, rojnameger , gazeteci. Erîvan, Ermenistan
Mîr Qasimlo: nivîskar . Frankfurt, Almanya
Mustafa Acar: nivîskar . Emerîka / Amerika
Muazzez Baktaş: rojnamevan / gazeteci. Başûrê Kurdistanê
M. Nuraddin Yekta: rojnamevan / gazeteci. Almanya
Nadir Nadirov: profesör, akademisyen. Almaatı, Kazaxistan
Neriman Eyyub: helbestvan . Bakû, Azerbaycan
Nofel Edalet: helbestvan, lekoliner , araştırmacı. Bakû, Azerbaycan
Oktay Yıldız: nivîskar . Fransa
Riza Colpan: nivîskar . Sidney, Avustralya
Roni Alasor: rojnemeger . Belçika
Rovşen Musa: rojnamevan / gazeteci
Serhat Bucak: nivîskar, rojnamevan , gazeteci. Almanya
Şahidin Şimşek: nivîskar . Amed, Kurdistan
Selahattin Ali Arık: nivîskar . Dersim, Kurdistan
Selahattin Çelik: nivîskar . Kurdistan
Şahin Siverek: nivîskar . Hewlêr, Başûrê Kurdistanê.
Şeyx Ramazan Seyidov: aktivist. Bîşkek, Qirgizîstan
Şêxmûs Sefer: nivîskar, Diyarbakir, Kurdistanê Bakûr
Tahir Sileman: rojnemeger / gazeteci. Bakû, Azerbaycan
Tariyêl Celîlov: helbestvan . Bakû, Azerbaycan.
Ümit Yazıcıoğlu: profesör. Berlin, Almanya
Yakup Aslan: aktivist. Wan, Kurdistan.
Yura Nebiyev: rojnemevan . Moskova, Rusya
Yusuf Ziya Değer: nivîskar . Çewlîg, Kurdistan.
Zeynel Abidin Han: helbestvan . Berlin, Almanya
Ziryan Rojhilati: rojnamvan. Silêmanî, Başûrê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse