New York Times: Li Sûriye û Iraqê kurd dibin xwedî dewleta xwe

26-06-2014
RÛDAW
A+ A-
 

Hewlêr(Rûdaw)- Rojnameya amerîkî ya New York Timesê, îdiayek balkêş kiriye û ragihandiye, ji 5 welatên Rojhilata Navîn “14 dewletên biçûk” derdikevin ku 2 jê dewletên kurdî ne.

Êrişên DAIŞê li dijî bajarê Mûsilê û hinek deverên din ên sunnî yên Iraqê bû sedema wê ku nexşeya Rojhilata Navîn were guhertin.

Iraq dibe sê parçe

Li gorî rojnameya amerîkî ya New York Timesê, dewlata Iraqê dibe 3 parçe ku li bakûr dewletek Kurdî, li başûr dewletek Şîa û li navendê jî dewletek Sunnî tê damezrandin.

Li gorî nexşeya nivîskarê rojnameya New York Timesê, Robin Wright, nexşeya siyasî ya welatên Iraqê, Lîbyayê, Erebistana Siûdî û Sûriyê dê were guhertin lê ti guhertinek li Tirkiyê çênabe.

Suriye dibe 3 herêm

Ew pirsgêrekên olî, etnîkî û sîyasî yên ku li Sûriyê derketin holê û heta niha bûne sedema kuştina 160 hezar kesan û koçberiya 9 milyon kesan, vê analîza Wright rast derdixe. Ji sala 1971ê û vir de rêveberiya Suriyê di bin kontrola malbata Esad de ye. Li gorî wî analîstê amerîkî, lê vê carê malbata Esed dê serkêşiya hikûmetê bikin ku li ser şirîdeke zirav li qiraxê deryaya Spî tê avakirin, li bakûr kurd dê bibin xwedî herêmeke xweser û li herêmên navîn ên welêt jî sunnî dê xwe birêve bibin.

Lîbya jî dibe sê parçe: Tirablûs, Birqa û Fîzan

Li gorî senaryoya Wright, Erebistan jî dibe 4 parçe ku ji bakur, başûr, navîn û herêma wehabiyan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst