Navenda Nûçeyan - Yewnanistan projeyekê amade dike ji bo ku penaberên li wî welatî dimînin, bikaribin vîzeya Şengenê bi dest bixe û bikaribin bi rihetî ji Yewnanistanê derkevin û biçin welatên Ewrûpa.
Berdevkê Hikûmeta Yewnanistanê daxuyaniyek da û tê de ragihand ku ewê vîzeya Şengenê bidin hemû penaberên ku li Yewnanistanê dimînin ji bo ku ji wir derkevin.
Ew penaberên ku vÎza Şengen wergirin, dê destpêkê di bin kontrola bijîşkan re derbas bibin û eger ku ne nexwşên kronîk bin, dê ji bo wan vîze were dayîn, lê eger ku nexweş bin û nexweşiya wan giran be, ewê nikaribin wê vîzeyê bistînin.
Şengen bajarekî Luxemburgê ye, li wê derê peymanek di sala 1985ê de hatibû îmzekirin û di nava wê peymanê de 25 welatên ewrûpî cih digirin.
Îrlanda û Brîtanya ne di nava Şengenê de ne.
Nifûsa herêma Şengenê niha 400 mîlyon e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse