Gera 12an a danûstandinên Astanayê dest pê kir

25-04-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Astana Tirkiye Rûsya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojên 25-26ê vê meha Nîsanê, hersê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran li paytexta Kazaxistanê bajarê Nûr Sultan gereke nû ji hevdîtinan encam didin.

 

Li hevîdtinên Nûr Sultan, ku bi serperiştiya hersê welatên garantor birêve diçin, şandiyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen û şanda her yekê ji hikûmeta Sûriyê û opozisyonê jî, herwiha nûnerê Urdinê weke çavdêr, beşdar dibin.

 

Balyozê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar Ceiferî gotiye ku em pêşbîniya wê yekê dikin ku hinek welatên din beşdariyê di vê gera danûstandinan de bikin, ku li paytexta Kazaxistanê têne birêvebirin.

 

Pêkanîna komîteyeke hevbeş ji aliyên Sûrî, derbarê dariştina destûreke nû ji bo wî welatî, çareserkirina krîza Sûriyê, berdana girtiyan û çareya siyasî, mijarên sereke ne li wê hevdîtinê.

 

Derbarê beşdarbûna Kurdan, di hevdîtinên Nûr Sultan de, Cîgirê Serokê Îtilafa Opozisyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Di van hevdîtinan de, li paytexta Kazaxistanê, ti beşdarbûna nûnerekî Kurd nîne, ne jî ti pirsa girêdayî Kurdan tê gotûbêjkirin, herwiha Îtîlafa Opozisyonê, bi şandiyekî tenê, weke çavdêr beşdar dibe.”

 

Ebdulbasit Hemo nîşan bi wê yekê da, ku xalên sereke yên van hevdîtinan girêdayî Rêkeftina Idlibê û Navçeyên Kêmkirina Şer in, herwiha girêdayî Komîteya Destûrê, biryarên Soçî û çareya siyasî li gorî nerînên civînên Astana û welatên garantor in.

 

Cîgirê Serokê Îtilafa Opozisyona Sûriyê Ebdulbasit Hemo diyar kir: “Egera wê yekê heye ku nakokiyên Rûsya û Îranê, di vê hevdîtinê de, wê bêhtir diyar bibin. Baweriya Îtîlafa Opozisyonê jî bi Îranê nayê, di demekê de ku Rûsya dixwaze li şûna Cenêvê, hevdîtinên Astana û Nûr Sultan ji bo dîtina çareya siyasî bikar bîne, lê Îtîlafa Opozisyonê çareya siyasî ji bo Sûriyê, tenê li gorî biryarên Cenêvê û Neteweyên Yekbûyî dibîne. Ji ber ku li Cenêvê şandên hikûmetê û opozisyonê, bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî, rûbirûyî hev dibin û dikevine danûstandinan, lê ev yek li hevdîtinên Kazaxistanê nayê dîtin.”

 

Wezîrên hersê welatên Amerîka, Brîtanya û Fransa jî, di daxuyaniyekê de tekezî li ser wê yekê kiribûn, ku bidawîanîna milmilaniya Sûriyê, divê bi rêya rêkeftineke siyasî be, li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ya Navdewletî 2254. Ev yek jî ne li Nûr Sultan, ne jî li Astana û Soçî, lê belê li Cenêvê peyda dibin, weke ku Îtîlafa Opozisyonê dibîne.

 

 


 

Heya niha 11 gerên Astana hatine lidarxistin û îro jî gera 12an dest pêkir, di gerên borî de gelek rêkeftin û têgiheştin li Astana hatibûn encamdan.

 

Danûstandinên Astane di sala 2017an de destpêkiribûn, ku di wê salê de 7 ger birêve çûbûn û tê de aliyên beşdar bi garantiya Rûsya, Tirkiyê û Îranê çend rêkeftin îmzakiribûn.

 

1- Di 23yê meha Çileyê sala 2017an gera yekem ya Astana birêve çûbû, di wê gerê de hersê welatên, Rûsya, Tirkiyê û Îranê li ser awayê çavdêriya rêkeftina rawestana şer rêkeftibûn, û opozisyona Sûriyê jî daxwaza serbestberdana girtiyan kiribû.

 

2- Gera duyem di 15 Sibata 2017an de destpêkiribû, û giringtirîn xalên wê, daxwaza serbestberdana girtinyan ji herdû aliyan, herwiha hersê welatên garantor, tekezî li ser berdewam bûna rawestana şer kiribûn, opozisyona Sûriyê jî daxwaz kiribû, ku alîkariyên mirovî derbasî deverên dorpêçkirî bibin.

 

3- Di 14 Adara 2017an de gera Sêyem birêve çûbû, ku opozisyona Sûriyê ew ger baykot kiribû.

 

4- Gera 4em di Gulana 2017an de birêve çûbû, aliyên beşdar li ser damezrandina deverên kêm şer, li Idlibê, Laziqiyê, Helebê û Xûteya Rojhilatê Şamê ji bo dema 6 mehan rêkeftibûn.

 

5- Gera 5em di 4ê Tîrmeha sala 2017an de birêve çûbû, welatên garantor li ser destnîşankirina nexşeya deverên kêm şer rênekeftibûn.

 

6- Gera 6em, di 14 Êlûna sala 2017an de birêve çûbû, ku ji bo yekem car serkirdeyekî gurûpa Ehrar El-Şam ya opozisyona Sûriyê, û nûnerekî Amerîka weke çavdêr beşdarî tê de kiribû.

 

7- Gera 7em jî di 30 Cotmeha sala 2017an de birêve çûbû, aliyên beşdar tekezî li ser giringiya sepandina rêkeftina deverên kêm şer kiribûn, û bi taybetî li Idlibê.

 

Ev 7 ger tenê di sala 2017an de birêve çûbûn, û di salên piştre jî 4 ger hatibûn encamdan, û îro jî gera 12an destpê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst