Şervanên vegerin Danîmarka dê bên girtin

25-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Danîmarka (Rûdaw)- Ew şervanên kurd ên ku ji welatê Danîmarkayê vegeriyabûn Kurdistanê û şerê DAIŞê kiribûn, niha jî dibêjin ew amade ne careke din vegerin û şer bikin, lê metirsî li ser wan heye ku vê carê û piştî vegera xwe bo Danîmarka bên zindanîkirin.

Kurdekî wî welatî bi navê Alan (47 salî), ku 3 caran tevlî refên Pêşmerge bûye û şer kiriye, dibêje: “Em wek kurd ligel welatên rojava di yek eniya şerê DAIŞê de ne. Ma çawa dibe em ji şer vegerin û bên darizandin?.”

Danîmarka tîmek ji 55 leşker û şêwirmendan ligel çekan şandiye Herêma Kurdistanê. Herwiha bi operasyonên asmanî di nava hevpeymaniya navdewletî de şerê rêxistina DAIŞê dike.

Lê partiya sereke ya wî welatî, Partiya Lîberal dixwaze ew welatiyên ku diçin Deverên Terorê wek Iraq û Sûriyê, heta 6 salan bên girtin.

Hikûmeta Danîmarkayê dilgiran e ji wan kesên ku diçin nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baleke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye, ku ew partî li lîsta terorê ya Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê de ye.

Parlamanterê Danîmarkayê ji Partiya Gel, Martin Henriksn ji Rûdawê re ragihand: “Divê cezayê wan kesên ku ligel rêxistinekê girêdayî bi PKKê re, giran be. Eger ew li ser çêkirina bombeyan werin perwerdekirin û piştre vegerin, dê metirsî ji wan hebe.”

Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat, Train Brasmen ji Rûdawê re ragihand: “Tiştekî ne normal e, ku ew kes pêwendiyê bi rêxistinekê re bikin ku di lîsteya terorê de ye. Em pêşniyar dikin ku welatî xwe çûna wê deverê dûr bigirin.”

Jina Rojhilatê Kurdistanê, Ciwane Palanî ya 21 salî, par dest ji xwendina xwe ya zanîngehê anî û pêwendî bi hêza YPJê ve li Kobanî kir û li wir şerê DAIŞê kir.

Ciwane Palanî wiha dibêje: “Wek kurd, jin û mirovek pir zehmet e ku tu li mala xwe rûnê, di dema ku gelê te rastî qirkirinê tê. Gelo ev tişta ku ez dikim teror e?.”

Sofî Cengî, beriya ku vegere Danîmarkayê tevlî Hêzên Pêşmerge bibû û niha dibêje: “Ez guh nadim gotinên siyasetmedaran. Ezê careke din herim şer, ji ber ku nikarim li vir rûnêm û çekdarên DAIŞê êrişî gelê min bikin.”

Tenê kurdê wî welatî tevlî hêzên kurdî nebûne, lê belê danîmarkî jî tevlî wan bûne.

Welatiyekî Danîmarkayê bi navê Yorgn Nikolay (41 salî) ku bi navê Heval Yorgn tê naskirin û beriya niha jî di nava hêzên bergiriya wî welatî de kar kiriye û beriya çend mehan jin û zarokên xwe hişt û tevlî YPKê bû.

Yorgn wiha dibêje: “Ezê careke din vegerim nav refên YPGê, ji ber ku ez nikarim bibînim hinek xelk zilim li ser wan tê kirin û ez çavê xwe bigirim.”

Yorgn Nikolay ji Rûdawê re wiha domand: “Ez fêm dikim ku siyasetmedarên welatê me sixwazin rê li pêşiya çûna welatiyan bo şer bigirin û di şer de neyên kuştin. Herwiha da ku welatî tevlî DAIŞ jî nebin, lê ji mafê kurdan e ku biçin û welatê xwe biparêzin. Pêwîst e ew biryar ne li ser her kesî be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst