Pêşnûma li hemberî “Şervanên biyanî” hat pejirandin

24-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbuyî  (UNSC) Pêşnûma li hemberî “Şervanên biyanî” yên li Iraq û Sûriyê pejirand.

 

UNSCyê ji bo li Irak û Sûriyeyê  rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) û yên wek wê zêde bûne bi rêvebiriya Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA)  Barack Obama civiya.

 

Di civîne de pêşnûma li hemberî  “Şervanên biyanî” bi piraniyan dengan hat pijirandin.

 

Mebesta pêşnûmeyê ew e ku pêşî li rêxistinên terorî bên girtin, çavkaniyên aboriya wan bê birin û seyahetên endamên wan bê astengkirin.

 

Di danezan de ji dewletan tê xwestin endamên rêxistinên terorî li gorî qanuna bên ceza kirin. Heger li gorî qanunên hin dewletan neyên cezakirin jî divê ew dewlet qanunên xwe li gorî vê yekê  biguharin e.

Danezana hatî pejirandin ji ber ku bedikarê divê hemû dewlet riayet bikin. Heger hin dewlet riayetê wan biryara nekin heqê UNSCyê heye ku li wan dewleta kiryarên aborî û dijwariyê li hemberî wan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst