Serokê Uruguay dê 100 zarokên Sûrî li mala xwe bihewîne

24-05-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Roj bi roj serok herî hejar li cîhanê, ku serokomarê Uruguay, Xosê Muxîka (Josê Mujica) ye, helwestên balkêş dike û bala medyaya cîhanê dikşîne aliyê xwe, di helwesta xwe ya dawiyê de jî birayr da ku 100 zarokên Sûrî li mala xwe bihewîne.

Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan, a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, ragihand ku serokomarê Uruguay, Xosê Muxîka ji wan re ragihand ku ew amade ye 100 zarokê Sûriyê, yên ku ji ber krîza li Sûriyê reviyane, di mala xwe de bihewîne.

Herwihw li gor komisyonê, her zarokek dikare kesekî ji malbata xwe bi xwe bibe mala serokomarê Uruguay.

Serokomarê Urguay, Xosê Muxîka wek serokê herî hejar di nav serokê cîhanê de tê zanîn, ji ber ku mûçeya wî ya mehane 12 hezar û 500 dolar û ji wan tenê 10% ji xwere dibe û yê din jî li ser rêxistinn xêrxwazî parve dike.

Ji dema ku Muxîka hatiye li ser desthilatê di sala 2010an de ew li mala xwe ya li mala xwe ya gundewarî dijî û red dike ku li koşka serokatiyê bijî, herwiha ti zêrevanên wî yên zêde nînin ku parastina wî bikin.

Ji aliyê xwe hevjîna Muxiya ragihand ku ev destpêşxeriya hevjînê wê bi mebesta wê yekê tê ku civaka navdewletî han bide da ku bêtir bi erkên xwe li himber gelê Sûriyê û krîza li wî welatî rabe.

Herwiha hevjîna wî aşkere kir ku di destpêkê de Muxiya dixwest vê pêşniyaza xwe pêşkêşî parlamentiya Urguay bike da ku deng li ser bide, lê piştire navhatî ew biryar li ser helwesta xwe de û ji Komisyona Bilina ya Karûberên Penaberan re ragihand ku ew amade ye 100 zarokî Sûrî li mala xwe bihewîne.

Hêjayê gotinê ye ku gotina herî navdar ya Serokomarê Urguay, Xosê Muxîka ewe ku “Kesê ku jip ere hez bike cihê wî di nava siyasetî de nîne.”




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst