Galeriya wêneyan

24-04-2018
15 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Toronto ya Kanadayê kesekî otomobîla xwe ajote nav welatiyên li ser cadeyê, ku di encama bûyerê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

 

Polîsê Kanadayê kesekî gumanlêkirî li cihê bûyerê desteser kiriye. Bi gotina Polîsê Torontoyê, kesek bi navê Alek Minasiyan ê temen 25 salî li cihê bûyerê bûye û hewl daye bi demançeyekê rûbirûyê hêzên polîs bibe, lê piştre çeka xwe daniye û xwe radestî polîs kiriye.

Polîsê Kanadayê herwiha ragihandiye, ji bilî mirina 10 kesan ku du kes ji wan xelkê welatê Koreya Başûr in, di encama bûyera îro de 15 kesên din jî birîndar bûne.