“Jens Stoltenberg dibe Sekreterê Giştî yê NATO”

24-03-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyên medyayî aşkere dikin ku dê di demeke nêzîk de Serokwezîrê berê yê Norwîcê Jens Stoltenberg ji bosta Sekreterê Giştî yê NATO were hdiyarkirin.

Rojnameya Aftenposten a Norwîcî ragihand ku dê NATO Jens Stoltenberg wek Sekreterê xwe yê Giştî hilbijêre li şûna Anders Fogh Rasmussen.

Herwiha rojnameyê ragihand ku her yek ji Serokwezîrê Brîtaniya David Kameron, Serokê Fransayê François Hollande, Serokê Amerîka Barak Obama û Şêwirmenda Elmaniya Angela Merkel, li ser xwekandîd kirina Jens Stoltenberg razîbûne.

Rojnameyê balkişand jî ku eger heye ku Jens Stoltenberg roja Çareşmê, 26.03.2014 wek Sekreterê Giştî yê NATO bê diyarkirin, di çarçoveya serdana Barak Obama bo Bruskêlê û civîna wî ligel Sekreterê gitş yê NATO Anders Fogh Rasmussen û endamên wê hevpeymaniyê.

Ji aliyê xwe, Stoltenberg ku hevdem Serokê Partiya Kar a Norwîcî (Labour Party)ye, heta niha ti daxuyanî li ser vê nûçeya han nedaye.

Hêjayê gotinê ye ku wîlayeta Sekreterê Giştî yê NATO yê niha Anders Fogh Rasmussen di 30ê Êlûnê de bidawî tê, lê endamên NATOyê dixwazin ku berî hilbijartinên endamên Parlamentoya Ewropayê kesekî li şûna wî hilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst