Ewropa koçberên Ukraynayî yên ku welatînameyên wan nînin dersînor dike

24-02-2024
RÛDAW
Ewropa koçberên Ukraynayî yên ku welatînameyên wan nînin dersînor dike
Ewropa koçberên Ukraynayî yên ku welatînameyên wan nînin dersînor dike
Nîşan Ukrayna Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina şerê Ukrayna û Rûsyayê, welatên Yekîtiya Ewropayê sînorên xwe ji penaberên Ukraynayî re vekirin.

Yekîtiya Ewropayê dibêje ku hinek ji wan penaberan ne welatiyên Ukraynayê ne.

Li gorî amarên fermî yên Yekîtiya Ewropayê, li seranserî Ewropayê 4,3 milyon, li Almanyayê 1,25 milyon û li Polonyayê jî nêzîkî milyonek Ukraynayî hene.

Dîsa li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 98ê koçberên ku parastina demkî an welatiya demkî wergirtine Ukraynayî ne.

YEyê ragihand ku hinek ji wan ne Ukraynayî ne û “Kurd” jî di nav de ne lê dixwaze kesên ku welatînameyên wan ên Ukraynayê nînin dersînor bike.

Holenda dê ji destpêka meha pêş de kesên ku welatînameyên wan ên Ukraynayê nînin dersînor bike.

Derbarê rewşa jiyana Kurdên diyasporaya Ukraynayê hem li hundirê Ukraynayê û hem jî li Yekîtiya Ewropayê Dr. Abdulsetar Şahîn ji Ukraynayê çûye Almanyayê û karsazê Kurd ê ji Ukraynayê ku niha li wir dimîne Emîn Kot mêvanên Diyasporayê bûn.

Dr. Abdulsetar Şahîn diyar kir ku hejmareke zêde ya Kurdan li Ukraynayê hebûn koçî welatên Yekîtiya Ewropayê kirin û got:

“Rewşa diyasporaya Kurdî li Ukraynayê ne baş e ji ber ku piraniya wan koçberên Kurd ên ku ji Ukraynayê hatine Ewropayê nikarin kar peyda bikin.”

Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 55ê koçberên ji Ukraynayê li Ewropayê dixebitin û ji sedî 45 jî ji ber sedemên cuda naxebitin.

Dr. Abdulsetar Şahînê ku berê li Xarkivê dijiya bijîşkî dikir anî ziman:

“Koçberên Kurd ên ji Ukraynayê divê di demeke kurt de fêrî Almanî bibin. Ez niha kursa zimanê Almanî dixwînim û dixwazim baş fêrî Almanî bibim da ku bikaribim vegerim vir ser karê xwe.”

Emîn Kot jî karsaz e û li Xarkiva Ukraynayê ya li sînorê Rûsyayê dijî got:

“Bajar wêran bûye. Her çend li navenda bajêr aramî hebe jî lê şer li derveyî bajêr berdewam e û gelek wêranî heye û xelkê bajêr hîn jî xwedî hêvî ye û kulîlkan diçîne.”

Emîn Kot ku çend sal berê ji Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê navxwe çûbû Ukraynayê, li wir bêhna xwe neda û şer derbasî wî welatî jî bû. Wî behsa Kurdên ku ji ber şer ji welêt reviyane got:

“Ji sedî 80ê ji Kurdên ku li Ukraynayê dijîn piştî şer koçî Ewropayê kirin lê min û malbata xwe ji ber ku em girêdayî Ukraynayê bûn me biryar da ku çi dibe bila bibe em ji Ukraynayê dernekevin.”

Emîn Kot herwiha anî ziman:

“Kurdên ku xwedî welatînameya Ukraynayê ne, xwe gihand welatên Ewropayê û li wir baştir dijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst