Amerîka û Rûsya dixwazin kîmyewî yê Sûriyê li Norwec bê têkbirin

23-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Norwecê ragihand ku Rûsya û Amerîka xwestine ku piraniya çekên kîmyewî ji bo welatê wê bê veguhestin daku li wir bê têkbirin û got, ew vê daxwazê gotûbêj dikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Norwecê ragihand ku, Neteweyên Yekbûyî û rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî dixwazin tevahiya cebilxaneya kîmyewî ya Sûriyê li heman cihî têk bibin.

Berdevka wezaretê da zanîn ku li gor nûtirîn amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîka 50 ton gaza Xerdel û ji 300 heta 500 ton madeyên kîmyewî di destê Sûriyê de hene.

Amerîka û Rûsya, di rêya rêxistina navneteweyî re, ji Norwecê xwestibûn ku nêzîka 350 ton ji gaza Sarîn û 50 ton ji gaza Xerdel werbigre ji bo li wir bên têkbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst