Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê wan nûçeyan red dike ku di medyaya Brîtanî de belav bûne û behsa çêkirina navendeke penaberan bo koçberên Efxan li Tirkiyê dikin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ku îro belav kiriye, dibêje: “Ew nûçe nerast in ku di medyaya Brîtanî de belav bûne û behsa wê yekê dikin ku Brîtanya dixwaze li welatên wek Pakîstan û Tirkiyê navendeke penaberan bo koçberên Efxanstanê çêbike.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di vê derbarê de heta îro ji aliyê ti welatekî ve daxwazeke fermî ji welatê me nehatiye kirin. Eger daxwazeke wiha jî bigihe me, nikarin qebûl bikin.”
Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace roja Yekşemê di gotarekê de ku di rojnameya The Mail on Sunday a Brîtanê de belav kiriye, behsa pêşhatên Efxanstanê kiriye û nivîsiye: “Ligel Wezîrê Navxwe planê bo qonaxa piştre dideynin. Bo wan Afxaniyên ku erkê me ye wan bînin welatê xwe, li derveyî Efxanstanê navendên lê bimînin bo wan çêdikin.”
Heman rojnameyê piştî belavkirina wê gotarê mijareke şirovekarî belav kir û têde dibêje: “Wezareta Berevaniyê amaje bi wê yekê daye ku li welatên wek Pakîstan û Tirkiyê wan navendan çêdike.”
Piştre du heman rojê de rojnameya The Guardian a Brîtanî nûçeyeke din derbarê wê mijarê de belav kir û têde tê gotin, “Endamên kabîneya hikûmetê ew yek qebûl kirine, heta hemû serbazan venekişînin proseya vekişînê bi dawî nabe. Di bernameyê Brîtanyayê de heye li welatên wek Pakîstan û Efxanstanê bo koçberên Efxan navendên penaberan çêbike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse