Li Firokexaneya Kabulê şer û pevçûn derket

23-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li deriyê bakurê Firokexaneya Navdewletî ya Kabul a paytexta Efxanistanê di navbera hejmarek pasevanên Efxan û çekdarên nenaskirî de şer û pevçûn derket û di encamê de hejmarek kes bûne qurbanî.

Artêşa Almanyayê li ser twitterê nûçeya derketina şer li Firokexaneya Navdewletî ya Hamid Karzay a Kabulê piştrast kir û ragihand, şer û pevçûn li deriyê bakurê firokexaneyê çê bûye.

Artêşa Almanyayê ragihandiye, şer û pevçûn di navbera hejmarek pasevanên Efxan û hejmarek çekdarên nenaskirî de çê bûye û di encamê de pasevanekî Efxan hatiye kuştin û 3 pasevanên din birîndar bûne.

Li gor artêşa Almanyayê, hêzên wî welatî û yên Amerîkayê ku erkê parastina ewlehiya Firokexaneya Kabulê girtine ser xwe, tevl li şer û pevçûnan bûne, lê belê ti zirar negihîştiye wan.

Pevçûnên li Firokexaneya Kabulê rojekê piştî hişyariya Joe Biden Serokê Amerîkayê tê, ku gotibû egera wê yekê heye DAIŞ hewl bide êrişî Firokexaneya Kabulê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî pêştir hişyarî dabû amerîkiyên li Kabulê û daxwaz ji wan kiribû ku ji ber egera êrişa DAIŞê, ji derdora firokexaneyê dûr bikevin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst