Makedonya rê ji penaberan re vekir

23-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hikûmeta Makedonyayê rê ji 1500 penaberên Iraq û Sûriyê re vekir ku derbasî welatê wê bibin, ji ber ku li ser sînorê Yonanîstanê asê mabûn.

Di vê dema dawî de, pêlek mezin ji penaberên Iraq û Sûriyê berê xwe didin welatên Ewropayê, ku hejmarek mezin ji wan bi rêya Makedonya derbasî wan welatan dibin.

Makedonya sînorê xwe li pêşiya 1500 penaberî girtibû, ku dixwestin bi rêya sînorê Yonanîstanê derbasî wî welatî bibin û li ser sînorê herdu welatan asê mabûn, lê şevê din û pişt 3 rojan derbasî Makedonyayê bûn.

Li gorî çavkaniyan, polîsên Makedonya beriya niha li dijî penaberan hêz bikar anîbû, da ku derbasî welatê wê nebin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Berpirsên polîs ên wî welatî ragihandin ku, wan nedixwest rewş bigihê vê astê û li dijî penaberan hêz were bikaranîn, lê dîsa jî ewê rê li pêşiya pêlên penaberan bigirin.

Herwiha Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji ber rewşa penberan li ser sînorê wan herdu welatan dilgiraniya xwe nîşan da û hişyariya têkçûna rewşê bi awayekî zêdetir dide.

Ew 1500 penaber 3 rojan li çolê û li ber baranê man, ku bê nan û av bûn. Piştî ku derbas bûn, dê bi rêya tirênê wan bigihînin sînorê Sirbya, da ku ji wir derbasî Ewropayê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst