Munchen (Rûdaw) - Polîsê Almanayê zanyariyên nû li ser êrişkerê dûhî yê bajarê Munchenê belav kir.
Şeva Înê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchenê yê Almanya êrişeke çekdarî pêk hat û û di encamê de 9 kes hatin kuştin 16 kes jî birîndarbûn.
Li gorî zanyaryên polîsê Almanyayê, ew êrişkerê Munchenê 18 salî ye, nawê wî Elî David Sonbolî ye û bi rêgez Îranî ye, lê li Almanyayê jidayîk bûye.
Peyamnerê Rûdawê li Munchenê Zinar Şino serdana mala Elî David Sonbolî kir û ragihand, wî ew 300 guleyên di êrişê de bikarnîn ji mala xwe biriye.
Herwiha hat gotin Sonbolî nexweşiya wî ya derûnî jî hebû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse