Fransa - Di hilbijartinan de Sarkozy li pêş e

23-03-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Encamên destpêkê yên hilbijartinên herêmî yên Fransayê bo encûmenên navxweyî eşkere bû û partiya Nicolas Sarkozy li pêş e.

 

Di gera yekem a hilbijartinên encûmenên navxweyî yên Fransayê de, partiya rastgir ya bi serokatiya Marine Le Pen Partiya Bereya Niştîmanî(FN), ku di hilbijartinên Parlamêntoya Ewropayê de yekema Fransayê bû, vê carê jî encameke baş bidest xist û pileya duyemîn ji xwe re misoger kir. Herwiha Partiya Sosyalîst (PS) a desthilatdar careke din rastî şikestinê hat.

 

Di heman demê de, Partiya Yekîneya Tevgera Gel (UMP) ku Serokê wê Nicolas Sarkozy ye û partiyên ligel îtifaq kirin, heta niha di pileya yekemîn de ye.

 

Li gora encamên destpêkê yên ku îro serê sibehê hatin eşkerekirin, partiya Sarkozy ji sedî 31 ê dengan bi dest xistine û li pey wî Bereya Niştîmanî ya rastgir ji sedî 24.5ê dengan bi dest xistine.

 

Di pileya sêyemîn de jî Partiya Sosyalîst a deshilatdar bi rêjeya ji sedî 19 tê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst