12 Photos
AFP
Ji ber teqîna ku li welatê Meksîkê di nava bazareke teqemeniyên yariyên agirîn de çê bibû, 36 kesaan cane xwe ji dest dan.
Herwiha ji ber bihêziya teqînê, bedena gelek ji qurbaniyan şewitîbû û zêdeyiya rêjeya şewatê bi awayekê bû, ku termên hejmarek ji wan nehatin naskirin.
Derbarê sedema çêbûna teqînê de hêj ti agahiyan zelal û piştrastkirî nehatiye belavkirin, lê belê hikûmeta Meksîkê ragihandiye, piraniya kesên ku di vê bûyerê de cane xwe ji dest dane, termên wan ji ber bihêziya teqînê û agirpêketina piştî teqînê, şewitîne.