Belcîka 4 milyon euro alîkarî ji koçberên Mûsilê re dişîne

22-12-2016
RÛDAW
Nîşan Belcîka Alîkarî Koçberên Mûsil 4 milyon euro Şerê_Mûsilê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belcîka bi qasî 4 milyon euro alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Mûsilê kir. Beşek ji wê pereyê jî dê bo nûjenkirina wan deveran were mezaxtin, ku pêştir di destê DAIŞê de bûn.

 

Wezîrê Hemahengî û Geşepêdanê yê Belcîkayê Alexander De Croo ji medyayên wî welatî re ragihandiye: Hikûmeta Belcîkayê 4 milyon euro weke alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê Mûsilê dike.

 

Biryar e beşeke wê alîkariya Belcîkê, ji bo nûjenkirina wan deveran bihê xerckirin, ku pêştir di destê DAIŞê de bûn û niha hatine kontolkirin, û beşa din jî ji bo dabînkirina pêwîstiyên koçberan dê bihê xerckirin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa, Dilawer Ajgeyî di vê bareyê de ragihand: “Di yekemîn pêngav de piştî serdana Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Belcîka bo Herêma Kurdistanê, biryara alîkarîkirina koçbeerên Mûsilê hat dan, bi rêjeya 4 milyon euro.”

 

Dilawer Ajgeyî herwiha got: “Alîkarî dê bi rêya Xaça Sor a Navdewletî bihê pêşkêşkirin û bo dabînkirina xizmetguzarî û ava vexwarinê dibe.”

 

Şeva 18ê Kanûna 2016ê, sê wezîrên derve yên welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de, ku Wezîrê Derve yê Belcîkayê jî di nava wan de bû, bi serdanekê gihîştin Başûrê Kurdistanê û roja duşemî 19ê Kanûna 2016ê jî serdana her du kampên Hesen Şam û Xazir ên koçberên Mûsilê kirin.

 

Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders, Wezîrê Derve yê Belcîkayê Didier Reynders û Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn di çarçoveya geşteke hevbeş de bi rêya firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê gihîştibûn Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya wan kiribû.

 

Wezîrê Derve yê Belcîkayê li Hewlêrê û di konfransa rojnamevaniya hevbeş li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihanndibû: “Ez cara duyem e ku serdana Herêma Kurdistanê dikim, dixwazim wê yekê bêjim, ku em piştevanî we ne di şerê li dijî DAIŞê de û we singberkaneke mezin di şerê li dijî terorê de kiriye. Hevdem piştî şerê DAIŞê em piştevaniya ewlehî û aramiya we dikin.”


Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê û di encama berdewambûna şerê di navbera hêzên Hikûmeta Iraqê û çekdarên DAIŞê de, hejmareke zêde ya xelkê bajarê Mûsilê koçber bûne û pirraniya wan li kampên di nava axa Herêma Kurdisanê de hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst