Komara Çêk hêzên leşkerî dişîne Sûriyê

23-11-2015
RÛDAW
Nîşan Çêk DAIŞ Çek Martin Stropnicky Operasyona bejayî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniyê yê Komara Çêkê Martin Stropnicky ragihand, bo pêkanîna êrişên bejayî li dijî DAIŞê welatê wî amade ye hêzên leşkerî bişîne Sûriyê.

 

Hikûmeta Çêkê amadeyiya xwe nîşan da ku bo şerê li dijî DAIŞê hêzên bejayî bişîne Sûriyê.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Çêkê Martin Stropnicky di daxuyaniyekê de ji medyayên welatê xwe re ragihand: “Bo her êrişeke bejayî ya li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê, Hikûmeta Çêkê amade ye 2 hezra leşekran bo piştevanî û alîkariya operasyonê bişîne Sûriyê.”

 

Martin Stropnicky got, ku piştevaniya wan di êrişeke bejayî ya texmînkirî ya li dijî DAIŞê de dê di çarçoveya yekîneyên hawarhatina pizişkî û rûbirûbûna çekên kîmyayî de be.

 

Stropincky tekez jî kir, wek destpêk û bo çareseriyê pêwîst e welatên herêmê bo wî karî leşekran dabîn bikin.

 

Pênşemiya borî 19ê Mijdarê Wezareta Bereveniyê ya Çêkê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku balafireke çêkî çek û teqmenî ji hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Iraqê û herwiha Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê re biriye.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Çêkê biryar e di rojên bê de Hikûmeta çêkê 7 balafirên din ên alîkalriyên leşkerî bişîne Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst