Yekîtiya Ewrûpa Hizbûllaha Libnanê xist nav lîsteya terorê

22-07-2013
RÛDAW
A+ A-

Brûksel (Rûdaw/Ajans) – Wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE), di civîna xwe ya îro de biryar girtin ku baskê leşkerî yê rêxistina Hîzbûllaha Libnanê bêxin lîsteya ‘rêxistinên terorê.’

Ajansa Reutersê di nûçeyeke xwe de ragihand ku Yekîtiya Ewrûpayê biryar girt ku baskê leşkerî yê rêxistina Hîzbûllaha Libnanê bêxin di lîsteya terorê de.

Ji bo YE, Hîzbûllahê bêxe ‘lîsteya terorê’ pêwîstî bi yekdengiya 28 welatên endam hebû. Pirraniya welatan jî alîgirên vê yekê bûn.

Li gor vê yekê êdî welatên Ewrûpa nikarin bi milîtanên Hîzbûllahê re hevdîtina bikin û alîkariya pereyan ji wan re biçe.

Hikûmeta Libnanê jî îna borî ragihandibû Hîzbûllah beşeke girîng a civaka Libnanê ye û bang kiribû Hîzbûllah li lîsteya ‘rêxistinên terorê’ neyê bicihkirin.

Ev helwesta YEyê jî piştî wê yekê ku Hîzbûllah li Sûriyê alîgirtiya rejîma Beşar Esed kir. Herwiha welatên YEyê radigihîn di destê wan de delîl hene ku êrişa sala borî ya li Bûlgarîstanê ku di encamê de 5 Îsraîlî û bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê Hîzbûllahê ve hatiye kirin.Hîzbûllah jî van sûcan red dike.

Çavkaniyên Ewropî tekez kiribûn ku ger Hizbullah ji aliyên welatên ewropa ve li ser lîsta rêxistinên terorîstî were danîn, dê bi sedema kiryarên terorî yên li Ewropa qewimî bin ne bi sedema destêwerdana rewşa Sûriyê be.

Berî Yekîtiya Ewrûpa (YE) Hîzbûllahê bêxe di lîsteya terorê de, Amerîka, Kanada, Awûstûralya, Brîtanya û Hollenda Hîzbûllah xistibûn di lîsteya xwe ya terorê de.


undefined


Wêneyê otobûsa li Bûlgarîstanê hatî teqandin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst