Civîna serok Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davosê

22-01-2020

18:33

Koşka Spî daxuyaniyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de belav kir

-

Koşka Spî deqa gotinên Donald Trump, Serokê Amerîkayê û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li Davosê belav kir.

Daxuyaniya Koşka Spî derbarê kombûnê de wiha ye;

Gotinên Serok Trump û Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê pêş kombûna dualî. Davos, Swîsre:

Serok Trump: Gelek spas, cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin. Me li gel hev gelek baş kar kiriye.

Wek hun dizanin em ji hinek navçeyên sînorî yên Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Ewqas baş hatiye kirin ku hatibe bîra her kesekî. Niha ew a jê re digotin ‘navçeya aram’  heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever silamet bin.

Lêbelê gelek girîng e, her weke hûn dizanin, petrola me heye û me hinek serbaz bo petrolê hiştine, ji ber me petrol bidest xistiye, kar li ser vê yekê dikin û me gelekî bi başî parastiye.

Em herwiha bi hezaran desteserkiriyên me yên DAIŞê hene, me xilafeta (DAIŞ)ê ji sedî 100 têkşikand, ev navçeyeke gelekî cihê baldariyê ye, herwiha peywendiyeke me ya gelekî baş heye û cihê kêfxweşiya min e ku ligel te me, gelekî spas.

Serok Barzanî: Spas cenabê serok, gelek spas.

Serok Trump: Dikarî tiştekî bibêjî?

Serok Barzanî: Belê, dixwazim vê derfetê bikar bînim daku sipasiya te bikim rêzdar Serok bo pêşwazîkirina li me li Davosê, wek we jî behs kir û tu dizanî demeke zêde ye li benda vê kêliyê ne.

Spas bo serkirdayetiya te, spas bo piştîvaniyên te, me bi hevre DAIŞ têkşikand.

Serok Trump: Rast e.

Serok Barzanî: Lewma bi navê gelê Kurdistanê dixwazim spas û pêzanên xwe bînin ziman bo serkirdayetî û piştîvaniya te, spas.

Serok Trump: Gelek spas, bi rastî tiştekî gelek baş e.

Serok Barzanî: Gelek spas, pêzanîna min heye.

Zêdetir bixwîne

17:43

Nêçîrvan Barzanî spasiya gel û hikûmeta Japonê kir

-

Serokê Herêma Kurdistanê di kombûna li gel Serokê Ajansa Cayka ya Japon, spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê bo kar û projeyên wê ajansê û gel û hikûmeta Japonê di proseya avedankirina Herêma Kurdistanê de derbirî.

Di çarçoveya civînên li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ajansa Cayka ya Japon Şînîçî Kîtaoka kom bû.

Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê bo kar û projeyên wê rêxistinê derbirîn ku bo maweyê çendîn saş e xezmet bi Herêma Kurdistanê kiriye û cihê wê di proseya avedankirina Herêma Kurdistanê de diyar e.

Serokê wê rêxistina Japonî jî dûpat kir, ajansa hevkariya navdewletî ya japon dê di piştgirî û alîkariya bo Herêma Kurdistanê berdewam be û spasî bo asankarî û hemahengiya damûdezgeh û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê di encamdana kar û projeyan de derbirî.

Zêdetir bixwîne

17:26

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Siûdiyê tekezî li ser kêmkirina aloziyên li Iraqê kirin

-

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê kom bû û rewşa xwepêşandanên li Iraqê û daxwazên wan û paşeroja proseya siyasî ya wî welatî gorûbêj kirin. Di civînê de tekezî li ser aramkirina rewşê û rêgirtina gurrbûna aloziyan kirin.

Kombûna Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan el Siûd, berdewamiya dîdar û kombûnên Serokê Herêma Kurdistanê bû li Davosê.

Peywendiyên Siûdiyê li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî, metirsiya serhildana teror, rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û girîngiya hewlên bo aramkirina girjiyan li navçeyê, rwşa pêkhateyan li Iraqê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, alîkarî û hevkariya Xaça Sor a Siûdiyê bo wan diyartirîn mijar bûn ku di kombûnê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Zêdetir bixwîne

17:15

Nêçîrvan Barzanî û Omer Elrezaz peywendiyên Kurdistan û Urdinê gotûbêj kirin

-

Di Korbenda Aborî ya Cîhanî de li Davosê, îro, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Urdinê Omer Elrezaz civiya û rewşa navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve, di wê kombûnê de herdu aliyan dawîn pêşhatên rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî, pêşvebirina zêdetir bi peywndiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Urdinê, hewlên bo aramkirina rewşa alzo a navçeyê, metirsiya teror û girîngiya berdewamiya erka hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê û çend pirsên din ku chê girîngiyê bûn li gel herdu aliyan, di kombûnê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Zêdetir bixwîne

16:30

Trump: Em deyndarên we ne

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Amerîkayê

Serokê Herêma Kurdistanê li Davosê li gel Serokê Amerîkayê kom bû, di civînê de Donald Trump gelê Kurdistanê weke miletekî mezin wesif kir û spas û pêzanînên Amerîkayê derbarê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û parastina pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê dupat kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna serok Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump, Serokê Amerîkayê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di civînê de, rewşa Iraqê bi giştî, peywendiya Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê û girîngiya wê bi taybetî di warê alîkariya enerjiyê, peywendiyên Hewlêr-Bexda, metirsiya serhildana teror û çawaniya berengarbûnê, rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û herwiha rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye gotin, Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê gelê Kurdistanê, spas û pêzanîn bo Serok Trump û Amerîkayê dûpat kir derbarê piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de. Nêçîrvan Barzanî di kombûnê de amaje bi wê kir ku niha teror li navçeyê metirsiyeke rasteqîn e û ji ber wê yekê girîng e hevpeymana navdewletî li li ser erka xwe berdewam be.

Di beşeke din a kombûnê de serok Nêçîrvan Barzanî puxteyeke derbar Herêma Kurdistanê her ji raperîna 91ê heta azadiya Iraqê û qonaxa piştî sala 2003 û rola Herêma Kurdistanê di binyatdanîna Iraqa nû pêşkêş kir û daxwaza Herêma Kurdistanê bo pêşvebirina peywendiyên li gel Amerîkayê di warên cuda de nîşan da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Donald Trump jî gelê Kurdistanê weke miletekî mezin bi nav kiriye û ragihandiye, “em deyndarên we ne” û herwiha spas û pêzanînên Amerîkayê derbarê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û parastina pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê dupat kir.

Zêdetir bixwîne

14:15

Konferansa rojnamevanî ya Trump û Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê 22ê Çileya 2020 li Davosê civiyan. Wêne: AFP

Piştî bidawîhatina hevdîtina navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Korbenda Davosê, Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Trump kir. Donald Trump jî ragihand, wan bi awayekî baş li gel Herêma Kurdistanê kar kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro li Korbenda Davosê civiyan.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump konferaneke rojnamevanî encam dan.

Donald Trump ragihand: “Cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî ‎bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin.”

Derbarê hêzên Amerîkayê yên li bakurê Sûriyê de jî Trump got: “Em ji hinek navçeyên sînorî yên ‎Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Hewqasî baş hatiye kirin ku hatibe bîra her ‎kesekî. Niha navçeya aram heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever ‎silamet bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Serokê Amerîkayê kir û got: “Em hevbeşên hev ên giring in, spas ji bo serkirdatiya te, spas bo piştevaniya te, me bi hev re DAIŞ têk bir. Li ser navê gelê Kurdistanê em dixwazin spas û pêzanînên xwe bînin ziman ji bo serkirdatiya te û ji bo piştevaniya te.”

Axavtinên Donald Trump û Nêçîrvan Barzanî wek xwe:

Donald Trump:

“Zor sipas, cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî ‎bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin. Wek hun dizanin em ji hinek navçeyên sînorî yên ‎Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Hewqasî baş hatiye kirin ku hatibe bîra her ‎kesekî. Niha navçeya aram heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever ‎silamet bin.  Gelekî bi girîngî, petrola me heye û me hinek serbaz bo petrolê hiştine,  ji ber me petrol ‎bidest xistiye, kar li ser vê yekê dikin û me gelekî bi başî parastiye. Herwiha bi hezaran desteserkiriyên ‎me  yên DAIŞê hene, xilafeta (DAIŞ)ê ji sedî 100 têkşikand, ev navçeyeke gelekî cihê baldariyê ye, ‎herwiha peywendiyeke me ya gelekî baş heye û cihê kêfxweşiya min e ku ligel te me, gelekî spas.”‎

Nêçîrvan Barzanî:

“Dixwazim vê derfetê bikar bînim daku sipasiya te bikim rêzdar Serok bo pêşwazîkirina li me li Davosê, ‎wek we jî behs kir û tu dizanî demeke zêde ye li benda vê kêliyê ne. Spas bo serkirdayetiya te, sipas bo ‎piştîvaniyên te, me bi hevre DAIŞ têkşikand, loma bi navê gelê Kurdistanê dixwazim spas û pêzanên ‎xwe bînin ziman bo serkirdayetî û piştîvaniya te, spas.”‎

Zêdetir bixwîne

13:50

Trump: Bi civîna li gel Serokê Kurdistanê kêfxweşim

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê 22ê Çileya 2020 li Davosê civiyan. Wêne: AFP

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro li Korbenda Davosê civiyan.

Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump saet 12:50 dest pê kir û dema 40 xûlekan dom kir.

Di civînê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê Robert Charles Obrine û şandeke Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Trump di vê hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê kirin.

Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davosê di demekê de ye, ku aloziyeke mezin li navçeya Rojhilata Navîn heye.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump konferaneke rojnamevanî encam dan.

Donald Trump, bi gotina ‘Serokê Kurdistanê’ navê Nêçîrvan Barzanî anî û ragihand: “Cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî ‎bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin.”

Derbarê hêzên Amerîkayê yên li bakurê Sûriyê de jî Trump got: “Em ji hinek navçeyên sînorî yên ‎Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Hewqasî baş hatiye kirin ku hatibe bîra her ‎kesekî. Niha navçeya aram heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever ‎silamet bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Serokê Amerîkayê kir û got: “Em hevbeşên hev ên giring in, spas ji bo serkirdatiya te, spas bo piştevaniya te, me bi hev re DAIŞ têk bir. Li ser navê gelê Kurdistanê em dixwazin spas û pêzanînên xwe bînin ziman ji bo serkirdatiya te û ji bo piştevaniya te.”

 

Zêdetir bixwîne

13:00

Civîna Trump û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê 22ê Çileya 2020 li Davosê civiyan. Wêne: AFP

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Davosê dest pê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump îro Çarşemê 22ê Çileya 2020 di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê hevdîtin pêk anîn.

Di civînê de li ala Kurdistanê jî hatiye danîn. Li pişt serê Trump û Nêçîrvan Barzanî li herdu aliyan, ala Kurdistanê, ala Iraqê û ala Amerîkayê bi hev re hatine danîn.

Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davosê di demekê de ye, ku aloziyeke mezin li navçeya Rojhilata Navîn heye.

Tê nû kirin…

Zêdetir bixwîne

12:30

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Siûdiyê dicivin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Davosê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de îro li Davosê bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê, Feysel bin Ferhan Al Siûd dicive.

Peyamnêrê Rûdawê li Davosê, Zinar Şîno ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bilî civîna li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê, Feysel bin Ferhan Al Siûd re jî hevdîtinê pêk tîne.

Herwiha biryar e Nêçîrvan Barzanî sibe Pêncşemê 23ê Çile jî di panêlekê de li gel Wezîrê Dewletê bo karûbarê derve yê Siûdiyê Adil Cubeyr jî beşdar bibe û di wê panêlê de derbarê neseqamgîriya li Rojhilata Navîn biaxivin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha civîneke wî li gel Berprisê Dezgeha Geşepêdan û Pêşxistina Japonê JAICA jî heye.

Serokê Herêma Kurdistanê duh di roja yekem a Korbenda Davosê de li gel Wezîra Derve ya Swêdê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Serokomarê Ermenistanê jî civiyabû. Her duh Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek bi Berpirsa Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen re jî pêk anîbû.

Zêdetir bixwîne

10:15

Bernameya roja duyem a Trump li Davosê

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Koşka Spî bernameya Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê aşkere kir.

Li gor bernameyê, Trump îro destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û paşê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re dicive.

Bernameya Trump di roja duyem a Korbenda Davosê de bi vî awayî ye:

Îro saet 11:20 a.m li gel rêveberên cîbicîkar ên kompanyayên Amerîkayê dicive.

Di saet 12:50 a.m de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.

Saet 13:30 p.m li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih dicive.

Zêdetir bixwîne

09:45

Korbenda Davosê berdewam e

Korbenda Davosê di duyemîn roja xwe de berdewam e

Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê di roja xwe ya duyem de berdewam e û dê îro jî hejmarek panel bêne lidarxistin û çendîn dîdar di navbera serok û serkirdeyên cîhanê de bêne kirin.

Ji giringtrinîn bernameyên îro yên li Davosê, civînên Serokê Amerîkayê Donald Trump li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê Berhem Salih e.

Korbenda Aborî ya Davosê îro 21ê Çileya 2020 dest pê kir û heta 24ê vê mehê berdewam dibe.

Birêveçûna vê korbenda aborî ya cîhanî hevdem e li gel bîranîna 50 salî ya damezrandina korbendê.

Zêdetir bixwîne

09:34

Civîna serok Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davosê

Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand, îro Çarşemê 22ê Çileya 2020 saet 12:50 am bi dema Hewlêrê, serokê wî welatî Donald Trump li Davosê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dicive.

Li gor bernameya ku Koşka Spî ragihandiye, Trump destpêkê bi Nêçîrvan Barzanî re dicive û paşê bi Serokomarê Iraqê Berhemd Salih re hevdîtinê dike.

 

Zêdetir bixwîne