Nûnerê Obama şîret li kurdan kir: Mîna şerê Kobanî bibin yek!

21-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Washington (Rûdaw) – Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brett Mcgurk dibêje, heta kurd yek bin ti kes û hêzek nikare wan bişkêne.

Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brett McGurk li avahiya Wezareta Derve ya Amerîka li Washingtonê, li ser rewşa Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Brett McGurk li ser kirîza siyasî û serokatiyê li Başûrê Kurdistanê û nakokiyên navbera partiyan got, ez bi hemû partiyan re rûniştim û me bi kûrahî gotûbêj kir. Peyama me ji bo wan eşkere ye: Heta kurd yek bin ti hêzek nikare wan bişkêne. We Kobanî dît, birastî di wî şerî de kurd yek bûn, me jî çek da wan û alîkariya wan kir. Tirkiyê rê da Pêşmerge çû Kobanî û derbek mezin li DAIŞê dan.

McGurk anî ziman ku ew pir dilgiran dibin dema dibînin partiyên kurd li hev nakin û wiha axivî: “Ev şer hîn xilas nebûye. Em her dem wan teşwîq dikin ku di şerê DAIŞê de bibin yek. Nakokiyên siyasî her derdikeve lê niha ne wextê wê ye.”

Nûnerê Obama, derheqê vê yekê de ku dema çek didin Pêşmerge, şert û mercan ji rayedarên kurd re datînin yan na, got, em bi pêşmergeyên hemû partiyan re kar dikin. Em ji nêzîk de bi hemû partiyan re bi PDK û YNKê re kar dikin û piştrast dibin ji wê yekê ku her tişt ji bo wan were dabînkirin.

Brett McGurk di bersiva vê pirsa Rûdawê de “hûn çima di alîkarîkirina kurdên Sûriyê de dudiliyê dikin?” jî got, ez naxwazin behsa her tiştî bikim lê emê li ser alîkarîkirina hêzên ku li Sûriyê şerê DAIŞê dikin, berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst