Keştiya koçberan noqî avê bû: 600 kes!

21-09-2016
RÛDAW
Nîşan Keştî Koçber Deryaya Spî Misir
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Keştiyeke koçberan ku bi sedan koçber tê de bûn, li beravên Misirê noqmî avê bû.

 

Li gorî agahiyan, keştiyeke koçberan ku nêzîkî 600 kes tê de bûn, li Deryaya Spî û li qerax Misirê kete binê avê û di encamê de bi dehan kesan xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

 

Zanyariyên destpêka dibêjin, ku heta niha cenazeyên 29 kesên koçber ji deryayê hatiye derxistin.

 

Ajansa Reutersê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê ve ragihandiye, ku di keştiyê de koçberên Misirî, Sûrî û Afrîqayî hebûne.

 

Herwiha ajansa fermî ya nûçeyan a Misirê MENA jî da xuyakirin, ku di vê keştiya koçberan de, 600 kes hebûne, ku 150 ji wan hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst