Hilbijartinê YûnanIstanê- Dîsa Syriza serkeftin bi dest anî

21-09-2015
RÛDAW
Nîşan Syriza Alexis Tsipras
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Di hilbijartinê pêşwext ên Yûnanistanê de careke din partiya Syriza bi 145 kursiyan ser kef.

Di hilbijartinên pêşwext ên wî welatî de careke din partiya Syriza serkefin bi dest anî.

Di hilbijartinên pêşwext ên Yûnanîstanê de partiya Syriza ji sedî 35ê dengan bidest xist û biserket.

Serokê Syrizayê Aksis Tsipras piştî hilbijartinan axivî û got; “Ev serkeftin ya gel e. Ez bi dil û can spasiya we dikim.”

Tsipras ragihand ku gel ji wan dixwaze ku tekoşîna xwe berdewam bikin.

Li gor van encaman jî Syriza bi tena serê xwe nikare hikûmetê damezrîne, lê Partiya Yûnan a Serbixwe beriya niha diyar kiribû ku ew dê li gel Syriza hevpeymaniyê ava bikin.

Parlamentoya Yunanîstanê ji 300 kursiyan pêk tê. Bi vî awayî Syriza dibe xwediyê 145 kursiyan. Partiya Yûnan a Serbixwe jî 10 kursî bidest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst