Putin kontrolkirina Baxmutê pîroz kir

21-05-2023
RÛDAW
Volodymyr Zelenskyy: Wan bi temamî Baxmut wêran kirine
Volodymyr Zelenskyy: Wan bi temamî Baxmut wêran kirine
Nîşan Baxmut Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Baxmutê ku bi mehan bû navenda Şerê Rûsya û Ukraynayê bû, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan Baxmut xistine bin kontrola xwe. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî bo kontrolkirina bajêr pîrozbahî li Wagner û artêşa Rûsyayê kir.

Piştî nêzîkî 224 rojan ji destpêka êrîşa artêşa Rûsya û grûpa Wagner bo ser bajarê Baxmutê yê Herêma Donetskê li Ukraynayê, serokê grûpa Wagner kontrolkirina bajar ragihand.

Serokê Grûpa Wagner Yevgeny Prigozhin got: “Baxmut bi temamî hat kontrolkirin. Bila ji bîra Volodomyr Zelensky neçe, Volodomyr bê henekpêkirin, zilamên te bi mêrxasî şer kirin. Eger wiha berdewam be artêşa te dibe duyem baştirîn artêş li cîhanê, lê bê guman piştî baştirîn artêşa cîhanê Wagner e. Eger te îro Biden dît serê wî maçî bike û silavên min bigihîne wî."

Prigozhin derengê şeva roja Şemiyê videoyek belav kiriye, piştre jî Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê kontrolkirina Baxmutê piştrast kir û Vladimir Putin jî bo kontrolkirina bajêr pîrozbahî li Wagner û artêşa Rûsyayê kir.

Berpirsên Ukraynayê vê nûçeyê red dikin, Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Hana Malyar kêmî demjimêrekê ji daxuyaniya Prigozhin got, rewş hestyar e, lê hêjî rojavayê bajêr di destê artêşa Ukraynayê de ye.

Serokê Ukraynayê Volodomyr Zelensky jî derbarê vê serkeftina Rûsyayê de ku Moskow idia dike, li ser pirsa "Birêz serok gelo hê jî Bakhmut di destê Ukraynayê de ye? Rûsya dibêje wan Bakhmut kontrol kiriye” bi vî awayî axivî: "Bi nerîna min nexêr, lê divê em fam bikin tiştek li Baxmutê nema ye, hemû tişt wêran kirine, ti avahiyek nema ye. Ev trajediyeke mezin e, lê îro Baxmut tenê di dilê me de ye, tiştek li wî cihî nema ye."

Baxmut wek xwînrêjtirîn eniya şer piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê tê naskirin û wek kilîta kontrolkirina Herêma Donbasê jî tê dîtin.

Amerîka dibêje, Rûsya bo kontrolkirina Baxmutê bi awayekî bêserûber serbaz û çekdar şandine eniya şer, lewra nêzîka 100 hezar serbaz û çekdar li wî bajarî hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst