Lavrov: G7 dixwaze dijayetiya Çînê û Rûsyayê bike

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sergey Lavrov G7
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Ukraynayê beşdarî Lûtkeya G7 bû, Amerîkayê biryar da ku firokeyên F-16 bide Ukraynayê. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got ku Lûtkeya G7 ya li Japonê armanc dike ku "dijayetiya" xwe ya li hemberî Rûsya û Çînê "du qat" bike.

Lûtkeya 7 welatên pîşesaziyê yên demokrat ango G7 li Hîroşîma ya Japonê hat lidarxistin. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî ji bo komkirina piştgiriya ji bo welatê xwe beşdar bû û wergirtina firokeyên F-16 yên Amerîkî misoger kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Şemiyê 20ê Gulana 2023an behsa biryara Amerîkayê nekir lê got, “Her welatekî din ê ku daxwaza serxwebûnê bike” dê ji aliyê hevpeymanên Amerîkayê ve were çewisandin û wekî dijber were dîtin.

Lavrov rexneyên zêdetir li welatên endamê G7 girtin û anî ziman, “Li biryarên ku îro di Lûtkeya G7 a li Hîroşîmayê de têne nîqaşkirin binêrin û têne qebûlkirin ku armanca wan duqatkirina dijberiya li dijî Rûsya û Çînê ye.”

G7ê roja Înê di yekem roja lûtkeyê de hejmarek daxuyanî belav kirin û gotin, “Alîkariya me ya ji bo Ukraynayê ranaweste. Rûsyayê şer daye destpêkirin û bi xwe jî dikare dawî li şer bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst