Dusseldorf (Rûdaw) - 100. salvegera qetliama li dijî Ermeniyên li ser axa Tirkiyeyê îro nêzîk dibe, hejmara welatên ku wê qetliamê weke jenosîd, ango gelkujî nas dikin jî zêde dibe. Îro Parlementoya Awisturyayê jî qetliama li dijî gelê ermenî weke gelkujî qebûl kir.
24ê Nîsanê wê weke 100. salvegera destpêka qetliama li dijî gelê ermenî li ser axa Tirkiyeyê li gellek welatan bê bibîranîn. Bi vê boneyê Parlementoya Awisturyayê jî îro diyar kir ku ew edî wan bûyerên di navbera salên 1915 û 1918 de weke gelkujiya li hemberî gelê ermenî qebûl dike.
Di daxuyaniya parlementoyê de bal tê kişandin ser wê yekê ku Awisturya di şerê yekemîn yê cihanê de hevpeymanê Împeratoriya Osmanî bû û ji ber vê yekê Awisturya di jêr berpirsyariyeke dîrokî de ye.
Di van demên dawî de çendîn parlementoyên welatên cuda cuda bûyerên destpêka sedsala 20ê li ser axa Tirkiya îro weke gelkujiya Ermeniyan nas kirine, di nav wan de parlementoyên Frensa, Swêd, Holenda û herwiha Parlementoya Ewropayê jî.
Herî dawî papayê xiristiyanên katolîk Papa Franziskus jî bûyerên wan salan weke gelkujî bi nav kir û ev yek bibû cihê nerazîbûnên tund ji aliyê Tirkiyê ve. Duh diyar bû ku roja înê Almanya jî wê qetliama Ermeniyan weke gelkujî bi nav bike.
Bi boneya 100. salvegera qetliama li dijî Ermeniyan wê 24ê vê mehê li paytexta Ermenistanê Êrîwanê merasimeke bîranînê bê lidarxistin. Ji bo vê bîranînê ji gellek welatan serok û berpirsên payebilind hatine vexwendin. Serokkomarê Awisturyayê Hans Fischer jî di nav lîsteya serokên vexwendî de ye. Lê Fischer wê tevlî bîranînê nebe û wê balyozê xwe bişîne merasimê. Koşka serokkomariyê diyar kir ku ji ber “sedemên termînan“ serokkomar wê nikaribe tevlî merasimê bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse