Yekîtiya Ewrûpa banga alîkariya Kobaniyê kir

20-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Navenda Nûçeyan- Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li Luksemburgê hatin ba hev û jiber dorpêça DAIŞê ya li ser bang li Tirkiyeyê kirin da ku rê bide ji bo hemû alîkarî biçin wê dere.

 

Di daxuyaniya Wezîrên Derve yên YEyê de  hat gotin, “Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo Tirkiye li penaberên Kobaniyê xwedî derketiyê memnûn e û bangê li Tirkiyeyê dike da ku rê bide ji bo hemû alîkarî biçin Kobaniyê.”


Dî daxuyaniyê de behsa babetên alikariyê ne hat kirin.

 

Hêzên kurdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo şerê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) alikariya çekan xwestibûn.

Herwiha di daxuyaniyê de ji hikûmetan hatiyê xwestin pêşiyê li qaçaxçîtiya petrolê jî bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst