Yekitiya Ewropa: Bila êdî koçber neyên Ewropayê

20-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Brûksel (Rûdaw) – Berpirsê Berfirehkirina Yekitiya Ewropayê (YE) Yuhanz Han diyar kir ku ew ku niha mijûlî wê yekê ne ku koçberên Sûriyê li welatên cîran bimînin û berê xwe nedin Ewropayê.

Yuhanz Hann da zanîn ku Yekitiya Ewropayê milyarek euro ji bo xwedîkirina koçber û penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê terxan kiriye û got, ev pere dê alîkariya Tirkiyê bike da ku penaberên ku li wî welatî dimînin, piştî şer dîsa bikaribin vegerin welatê xwe.

Her wiha hat zanîn ku Serokê Fransayê Franços Hollande dê roja 23ê vê mehê daxwaza lidarxistina civîna Ewropayê bike û dê di wê civînê de ji Tirkiyê were xwestin ku bihêle penaberên Sûriyê li wî welatî bimîne heta ku şerê Sûriyê xilas dibe.

Serokê Nemsayê Fîrner Fayman û alîkarê Serokwezîra Almanya Sîgmar Gabriyel ji NY xwestin, bûdceya alîkarîkirina koçberan bike 5 milyar euro ji bo ku rewşa koçberan li kampên Libnan û Ordunê baş bibe û neçar nemînin berê xwe bidin Ewropayê.  

Sîgmar Gabriyel her wiha got ku kirîza koçberan bi girtin û bilindkirina dîwarê sînoran nayê çareserkirin û divê NY çareyeke esasî ji vê yekê re bibîne.

Mecaristanê sînorê navbera xwe û Krwatiya girtiye û dîwarekî 41 km çêkiriye ji bo ku koçber derbasî wî welatî nebin. Mecaristan her wiha Krwatiya bi wê yekê tohmetbar dike ku berê koçberan dide nav Mecaristanê.

Fermandeyê artêşa Mecaristanê hinek hêzên din biriye ser sînor ji bo ku alîkariya pasewanên sînor bikin û nehêlin koçber derbasî wî welatî bibin.

Krwatiyayê ragihandiye ku bi otobûsan koçber û penaber biriye ser sînorê Mecaristanê û diyar kiriye, ev yek li gorî rêkeftina navbera her du welatan bûye.

Krwatiya 800 koçber û 40 polîs derbasî aliyê Mecaristanê kiribû ji ber wê jî di navbera her du aliyan de alozî derketibû. Li gorî medyaya Mecaristanê, polîsên Krwatiya yên ku bi koçberan re derbasî nav Mecaristanê bibûn, demek kurt ji aliyê hêzên Mecaristanê ve hatibûn girtin û çekên wan ji wan hatibûn standin. Lê Krwatiya dibêje, ew nûçe ne rast in.

Serokwezîrê Krwatiya Zoran Mîlanovîç diyar kir ku ew nikarin welatê xwe bikin navenda koçberan û got, nêzîkî %80ê koçberan ji Tirkiye û Yûnanistanê derbasî Ewropa dibin ji ber wê jî divê Tirkiye û Yûnanistanê rê nedin koçberan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst