Mujde: Keça min û hevjînê min ji bê avî dikir hawar

20-06-2024
Zinar Şîno
Mujde Umer / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mujde Umer / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
A+ A-

Îtalya (Rûdaw) – Mujdeya ku ji keştiya binavbûyî rizgar bûye behsa windabûna hevjînê xwe û zarokên xwe kir.

17ê Hezîranê keştiyeke penaberan li nêzîkî girava Lampedusayê bin av bûbû 51 koçber hatibûn rizgarkirin û 10 koçber jî xeniqîbûn.

Li aliyê din, Hêza Deryayî ya Îtalyayê 18ê Hezîranê jî diyar ku keştiyeke penaberan li girava Calabriyayê bin av bûye.

Xaça Sor a Îtalyayê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku heta niha 75 koçberên ku di wan 2 keştiyan de bûne winda ne.

Rûdawê piştrast kir ku 19 penaber Kurd in û xelkê Hewlêr û Raperînê ne.

Mujde jî jineke Kurd e û ji keştiya binavbûyî rizgar bûye lê hevjînê wê û 3 zarokên wê winda ne.

“Ji destê min filitîn û çûn”

Mujde Umer li nexweşxaneyeke Îtalyayê ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re axivî.

“Bi min re bûn, ji destê min filitîn û çûn. Kurê xwişka min, keça xwişka min… Hemû li ber çavên min çûn.”

Mujdeyê diyar kir ku dema kaptan hewl daye hinek tiştan derxe keştî qul bûye û av ketiyê keştiyê.

Li gorî ku ew dibêje hinek kes di nava 5 xulekan de xeniqîne.

“Li ser milê min hişk bûn”

Mujdeya dilşewat behsa wê rewşa zehmet kir û got:

“Her tiştî di nava kêliyekê de rû da. Ez 4 rojan bê nan û bê av di nava deryayê de mam. Hemû ji têhna mirin.

Keça min û hevjînê min jê bê avî dikir hawar û gazî û wan digot, ‘Av, av’.

Kurê min xwarzêyê min li ser milê min hişk bûn. Du şevan wilo man.”

Nûnera Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Hemesalihê da zanîn ku 67 kes di keştiya binavbûyî de 67 kes hebûn û 11 ji wan hatine rizgarkirin.

Li hêla din, yek ji wan kesa ku ji keştiyê rizgar bûye Ruya Mihyedînî ye.

Ruya Mihyedînî 22 salî ye û ji bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst