Navenda Nûçeyan - Li gor rojnameya amerîkî ya The Wall Street Journal, Amerîka amadekariyan dike ku bi temamî hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.
Rojnameya amerîkî ya The Wall Street Journal îro çarşemê ji hin çavkaniyan belav kiriye ku rayedarên amerîkî piştrast kirine ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hevpeymanên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê agahdar kirine, plana wan heye amadekarî dikin ku hêzên xwe ji herêmê vekişînin.
Kanala CNN jî ragihandiye ku biryara vekişînê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye dayîn û ji hêzên welatê xwe re ragihandiye ku xwe ji bo vekişîna "bilez" amade bikin.
Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.
Biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji bakurê rojhilatê Sûriyê, piştî peywendiya telefonî ya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse