Berlîn - Kamyonek bi ajotineke lez derbasî nav bazareke qerebalix bû

19-12-2016
RÛDAW
Li Berlînê otomobîlekê xwe bi xelkê ve kişand
Li Berlînê otomobîlekê xwe bi xelkê ve kişand
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Berlîn a paytexta Almanya otomobîleke barhilgir derbasî nav bazareke firotina kelûpelên cejna Krîsmesê bû û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbû.

 

Polîsê Almanya ragihand, îşev li bajarê Berlînê otomobîleke barhilgir xwe bi ajotineke lez derbasî nav bazareke qerebalix a taybet bi kelûpelên cejna serê sala nû ya zayînî, cejna Krîsmesê bû.

 

Polîs amaje bi sedema bûyerê nekiriye, lê daye xuyakirin, ku di encama vê bûyera îşev de bi kêmanî kesekê jiyana xwe ji dest daye û hejmarek kesên din jî birîndar bûne.

 

Hêj nehatiye zanîn, ku bûyera îşev bûyereke terorîstî ye yan na.

 

Polîs herwiha da zanîn, ku lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.

 

Agahî tên…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst