Rûsya û Amerîka bernameya etomî ya Îranê guftûgo kirin

19-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Sergei Ryabkov û balyozê Amerîka li Moskova, Michael McFaul, dosyaya etomî ya Îranê û kirîza Sûriyê guftûgo kirin.

Di daxuyaniyekê de ku roja îro (19ê cotmehê) ji aliyê wezareta derve ya Rûsya ve hat belavkirin, hat diyarkirin ku her du aliyan pêwendiyên dualî û mijarên cihên nakokiyê guftûgo kirine.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Ryabkov û McFaul li ser mijara çekên kîmyayî yên Sûriyê û bernameya etomî ya Îranê rawestiyane.

Ryabkov roja pênşema borî dosyaya etomî ya Îranê  ligel balyozê wî welatî li Moskova, Mehmûd Riza Seadî, behs kiribû.

Ev hevdîtin di demekê de ne ku her rojên 15 û 16ê vê mehê li bajarê Jinêv ê Swîsre, gera dawî ji danûstandinên etomî di navbera Tehran û koma 5+1 de hatibû lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst