Rishi Sunak çima beşdarî Konseya Giştî ya NYyê nebû: Wezîrê Brîtanyayî ji Rûdawê re eşkere kir

19-09-2023
RÛDAW
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverl ji Rûdawê re axivî
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverl ji Rûdawê re axivî
Nîşan Konseya Giştî ya NYyê Brîtanya Rishi Sunak James Cleverly
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ragihand ku ew girîngiyê didin xebatên Neteweyên Yekbûyî û dê piştgiriya xwe bidomînin.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ku ji bo 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye ji Rûdawê re axivî.

Li ser pirsî "Çima Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak beşdarî Konseya Giştî ya NYyê nebûye?" James Cleverly wiha got:

“Mixabin, gelek caran wext nîne rêberên cîhanê beşdarî civînên bi vî rengî bibin.”

Cleverly diyar kir ku alîkarê serokwezîr û endamên din ên kabîneyê li şûna Sunak çûne New Yorkê û got:

“Em girîngiyê didin xebatên Neteweyên Yekbûyî û em dê piştgiriya xwe bidomînin.”

78emîn Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro li New Yorkê dest pê kir.

Îsal, rêberên çar welatên endamên daîmî yên xwedî mafê vetoyê di Encumena Ewelehiya ya Neteweyên Yekbûyî de, wekî Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Fransayê Emmanuel Macron beşdar nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst